Beşdarbuyan vekirina xulên pîşeyî bilind nirxandin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), yek ji wan kertên ku girîngiyeke zêde pê daye, vekirina xulên pîşeyî ya li nava wargehên koçber û penaberan û li derveyê wargehan buye, bo ku fêrxwaz piştî qedandina xulên fêrkariyê bikarin bibin xwediyê dahatê û debara xwe û malbata xwe dabîn bikin.
Her li vê çarçêweyê da, Nûnerayetiya Amêdî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Dezgeha (The Stirling Foundation) li navenda pîşeyî Şêladizê li Amêdî, rêkefta 23.10.2023 xulekî ser traşînê ji bo 26 ciwanan vekir.
Ehmed Seîd, yek ji rahênerên xulê ye û li daxuyaniyeke ji bo medyaya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di derbarê xulê de got: “Ew xul ji bo mehek berdewam dibê. Bi awayake teorî û kirdarî rojane dû demjimêr û bi awayeke zanistî, fêrxwazan fêrî hemû cûreyên modela sertraşînê dikin, ewe jî ji bo paşeroja wan başe û dikarin têkilî bazara kar bibin”.
Huner Xisro, yek ji fêrxwazên wê xule û wekî ku behs kir, dilxweşe bi fêrbûna pîşeyê û bi hêviyekî mezin li wê xulê da beşdarî kiriye. Her li vî derbarî de got: “Ji bo wê yekê hatime vê xulê fêrbûna sertraşînê bi tevahî û bi başî fêrî vî karî bibim û bikarim bibim kesekî berhemhêner û bibim xwediyê kar û bi wê yekê jî debara jiyana xwe pê dabîn bikim”. Spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeş û hevkarên dezgehê û mamostayên rahênerên li vê xulê da kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest