Konsulê Giştiyê Almanya li Hewlêr serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Konsulê Giştiyê welatê Almanya li Herêma Kurdistanê – Hewlêr serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kir û dixwazê rêxistinên alîkariyên mirovî li Almanya û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî zêdetir kar û çalakiyên hevbeş encam bidin.
Birêz Klaws Strîçer Konsulê Giştiyê welatê Almanya li Herêma Kurdistanê – Hewlêr rêkefta 23.10.2023 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kir û ji aliyê birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de piştî ku bi kurtî di derbarê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û pêşandana vîdeo ya kar û çalakiyên dezgehê di dema 18 salên derbasbûyî de, rewşa penaber û koçberan li Herêma Kurdistanê û hevkariyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kertên cûda cûda hate behs kirin û birêz Konsulê Giştiyê Almanya li Hewlêrê, soretî û spas û pêzanînên xwe ji bo wan alîkariyan derbirî. Heman demê de hêvî xwest rêxistinên alîkariyên mirovî yên li Almanya û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî zêdetir kar û çalakiyên hevbeş encam bidin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest