Tîpa keçan ya wargeha Mam Reşan kupaya palewaniya xula topapêya biçûkkirî bilind kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û rêxistina (Caritas) ya Almanî, xulekî topapêya biçûkkirî (Fotsal) ji bo jinên 4 wargehan vekir û tîpa keçan ya wargeha Mam Reşan nasnavê palewaniya xulê bi dest ve anî.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hemahengî li gel rêxistina (Caritas) ya Almanî, xulekî topapêya biçûkkirî (fotsal)ê li jêr diruşma “Mirovayetî me kom dike”, ji bo jinên 4 wargehên koçberên Êzdiyan vekir ku pêkhatibû ji (Wargeha Şêxan, Îsyan, Mam Reşan û Sip).
Rêkefta 19.09.2023 li yarî dawî ya xulê da, bi amadebûna birêzan Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Wezîrê Dewlet yê Karubarê Encumena Wezîran li welatê Almanya, Konsulê Almanya, Nûnerê rêxistina Carîtas û Birêveberê Hemahengiya Qeyranên Dihokê, yariya dawî birêveçû, wargeha Mam Reşan bi encama golekî bê beranber, nasnavê palewaniya xulê bi dest ve anî.
Li rêwresma dawî ya xulê da xelat û diyarî li ser hemû yarîzanên tîpan da hate dabeş kirin.
Heman demê de birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Floriyan Hasler Wezîrê Dewlet yê Karubarê Encumena Wezîran li welatê Almanya û şanda li gel ji bo agahdarbûna li rewşa jiyan û kêşeyên nîştecihên wargeha Mam Reşan serdana çend malbatên li nava wargehê de kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest