Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadehiya xwe nîşanda hevkariya mirovî bişîne Filistînê

Şandekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), roja 18.10.2023 bi Serokayetiya birêz Musa Ehmed Serokê Dezgehê li Hewlêrê serdana Konsulxaneya Filistînê kir û li gel birêz Nezmî Hezûrî Konsulê Giştiyê Filistînê civiya û têda amadehiya Dezgehê nîşan da bo ku hevkariya mirovî bişîne Filistînê.
Li hevdîtinê de Konsulê Giştiyê Filistînê, ji bilî bi xêrhatina şandê spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir li hember xizmetên wê yên ji bo koçber û penaberan bi giştî û koçberên Filistîniyan bi taybet ku li sala 2014 heta 2017 li beşên dinê Iraqê ve koçberî Herêma Kurdistanê bûne.
Her li vê hevdîtinê de, guftûgo di derbarê rewşa mirovî ya xelkê Filistînê û rêyên şandina hevkariyên mirovî kirin, ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li ser amadehiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo şandina hevkariyên mirovî ya ji bo xelkê lêqewimî kir û pêdagiriya Dezgehê ya ji bo hevkarîkirina her mirovek ku pêwîstî bi hevkariyê hebê nîşanda, bê nêrîna li cudahiyan li seranserê cîhanê, li beranber da Konsulê Giştiyê Filistînê ji bo wê destpêşxeriya mirovî ya girîng spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi diruşma (li her cîhek birîneke li laşê mirovayetiyê hebê li wir dibe ji bo kevandin û pêçandina birînê) destê hevkariyê ji bo lêqewimiyên Filistîn û navçeyê dirêj dike. Eve jî berdewamiya hewlên miroviyên navdewletiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye ji bo kêmkirina êş û azarên mirovan, li çarçêweya erkên wê yên wekî Endamê Şêwirmendiya Taybet ya li Encumena Aborî û Civakiya ser bi Neteweyên Yekgirtî (ECOSOCS).
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî çawa berê karekterekî serekî ya bersîvdana mirovî buye li wan navçeyên tûşî ceng û karesatên sirûştî bûn, ji bo wê mebestê jî li hemahengiyê de berdewame li gel rêxistinên miroviyên Iraqî û Hikumeta Iraqî, ji bo yekxistina hewlên wan û peydakirina mekanîzma şandina hevkariyan bi pêkve, li zûtirîn dem da ya ji bo ziyanmendên navçeyê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest