Şandekî xwendekarên beşa zanistên siyasiyên zanîngeha (Westfälische Hochschule) ya Almanî, li rêkefta 15.10.2023 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kirin û ji aliyê birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Mebesta vê serdanê ji nêzîk ve agahdarbûna bi kar û çalakî û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû.
Her li vê hevdîtinê de vîdeoyekî dokumenterî di derbarê kar û çalakî û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li 17 salên derbasbûyî hate pêşandan. Şanda mîhvan sosretiya xwe beranber wan çalakiyan derbirî û ji bilî destxweşiyê, hêvî xwestin peywendiyên wan li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bêne berfirehtir kirin.







