Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî geştekî zanistî ji bo zarokên azîz (sêwî) rêkdixe

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), roja 11.12.2023 geştekî zanistî ya ji bo zarokên azîz (sêwî) û malbatên wan rêk xist û serdana Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê kirin.
Li geştê de 37 zarokên sêwî û malbatên wan beşdar bûn. Piştî nasandina bi beş û kertên firokxaneyê danekî xwarina germa firavînê ji bo wan hate dabîn kirin, ji bilî wê yekê diyarî li ser azîzên beşdarbûyî ya geştê da hate dabeş kirin, paketên xorekê jî bi malbatên wan hate pêşkêş kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li projeyên xizmetkirina zêdetirê 13 hezar zarokên azîz (sêwî), li kertên perwerde (dabînkirina pêdiviyên xwendingeh, xelatkirina yekeman, geşta zanistî), dabînkirina ciluberg û pêşkêşkirina paketên xorekî û nexorekî berdewame û li warê tendirustiyê jî tenê yek sal da têçûya neştergeriya mezin ji bo zêdetirê 25 zarokan dabîn kiriye ku her yek ji wan zêdetir li 10 hezar dolar têçûya xwe çêbuye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest