Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezareta Perwerde peymanek wajo kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê, bi mebesta dabînkirina zêdetirê li hezar sobeyan ji bo xwendingehan û navendên xwendinê ya ji bo demsala xwendina îsal peymanek wajo kirin.
Peyman roja yekşema 10.12.2023 li Nivîsîngeha Serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna her yek ji birêzan Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Regez Reşîd Birêveberê Giştiyê Dîwana Wezareta Perwerde ve hate wajo kirin.
Birêz Regez Reşîd Birêveberê Giştiyê Dîwana Wezareta Perwerde, spasî hevkariyên berdewamên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo kerta perwerde ya li hemû parêzgahan kir û ragihand, li salên derbasbûyî de jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî girîngiyeke taybetî bi kerta perwerde daye, ewe jî nîşaneya eweye kerta perwerde beşekî mezine li kar û bernameya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û amajeyekî rûne ji bo xemxûriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo nifşên paşerojê û xwendekaran.
Ji aliyê xwe ve birêz Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, ew peymana hatiye wajo kirin, karê yekem û karê dawî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nîne û ji bo sala bê jî planeke têrûtije û berfireh heye ji bo kerta perwerde, bername û plan jî bi hemahengî li gel Wezareta Perwerde li hemû parêzgahan tê bi cîh kirin.
Birêz Karzan Nûrî, bi navê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, spasî bexşeran jî kir, ku li vê proseyê da beşdarbûn û pêkhatin li rêxistina LDS ya Amerîkî, rêxistina Enfinius Salvator, birêz Danyal Pols li damezrawê Pas ya Amerîkî, birêz Jhon Radît – Amerîka, birêz Zîkrî Beşîr, birêz Şakir Îsmaîl, birêz Lezgîn Gîzî, birêz Dana Hewêzî, Komelgeha Bankên Ehlî yên Iraqê û birêz Hawrê.
Her wiha rûn kir ku dabînkirina wê hejmara sobeyan bi hevkarî û piştevaniya bexşerane ku berdewam piştevanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn, sedema wê berdewamiyê jî ew piştrastî û baweriya bexşerane ku bi dezgehê heye û piştrastin ku bexşîn digihîn cihê hêja û pêwîst.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest