Li jêr çavdêriya rêzdar Mela Mistefa Barzanî peymanek li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezareta Tendirustî û rêxistina Swiss Cros û Nivîsîngeha rêzdar Mela Mistefa Barzanî hate wajo kirin bo ku salane 1000 dosyeyên nexweşiyê bi hemahengiya her çar aliyan ji bo çareserkirinê bibînin û destnîşan bikin.
Îro şemî 02.12.2023 bi amadebûna rêzdar Mela Mistefa Barzanî li bajarê Hewlêrê peymanek hate wajo kirin ku hengaveke ji bo dirustkirina peywendiyeke bi hêz li navbera rêxistinên tendirustiyên cîhanî û kerta tendirustiya Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina ezmûna pizîşkên navxweyî û bilindkirina asta tendirustiya li navxweya Herêma Kurdistanê, bi mebesta wê yekê ku bajarê Hewlêrê bibê navendekî pizîşkiyê li ser asta Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê jî.
Rêxistina Swiss Cros bi hemahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tîma pizîşkî û Dr û pîsporan ji bo bînîn û çareserkirina nexweşan, tîne Kurdistanê û li rêya bernameyekî diyarkirî ji bo bihêzkirina şiyanên pizîşkên Kurd, danustandina zanyariyan bê kirin.
Yek ji armancên dinê peymanê eweye ku êdî nexweş ji Herêma Kurdistanê ji bo çareseriyê pêwîstî bi serdana derveyê welat nebê û zêdetirê haletên nexweşiyê li navxweya Herêma Kurdistanê bêne çareser kirin.
Ew warên pizîşkiyên li çarçêweya peymanê de kar li ser tê kirin, ji van xalan pêkhatiye:
– Neştergeriya nexweşiyên hestî, şikan, cumgên hewz û ejno û çokan.
– Neştergeriya ciwankarî û şiyandina piştî şewatê.
– Neştergeriya rû û şewîlag.
– Neştergeriyên dest û rêkkariyê.
– Neştergeriyên rêkkarî ji bo haletên nexweşiya zikmakî şeqa lêhv û melaşû.
– Neştergeriyên rêkkarî sîng piştî neştergeriya dil û şêrpence.
Her li gor naveroka peymanê, biryare li paşerojê de kar li ser du warên dinê neştergeriyê bê kirin, ew jî encamdana neştergeriya dil ya ji bo zarokan û mezinan, li gel damezrandina navendek ji bo çareseriya şêrpenceya sing û memik.