Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), peymanek ji bo dabînkirina kelupel û pêdiviyên yekem dayingeha hikûmî ya li parêzgeha Helebçe, li gel Komelgeha Bankên Ehliyên Iraqê wajo kir.
Bi amadebûna birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja 28.11.2023 peymanek li navbera birêzan Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Mihemed Elhenzel Birêveberê Bicîhkarê Komelgeha Bankên Ehliyên Iraqê li bajarê Hewlêrê wajo kir.
Peyman ji bo dabînkirina kelupel û pêdiviyên yekem dayingeha hikûmî ye li parêzgeha Helebçe ku bi hemahengî li gel Wezareta Kar û Karubarên Civakî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê hatiye bi cîhkirin.
Li civînê de birêz Musa Ehmed amadehiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo karkirina hevbeş li paşerojê û ji bo xizmetkirin û pêşxistina zêdetirê civakê û xizmetkirina koçber û penaberan li derve û nava wargehan derbirî.
Heman demê de behsa çendîn proje û karên hevbeş hate kirin bo ku li dahatû de bi hemahengiya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Komelgeha Bankên Ehliyên Iraqê encam bidin.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, spasî Komelgeha Bankên Ehliyên Iraqê kir, ku berê li karesata Hemdaniye de li ser daxwaza dezgehê hevkariya maddî pêşkêşî bi qurbaniyên karesata agirketina Hemdaniye kirine.
Ji aliyê xwe ve birêz Mihemed Elhenzel Birêveberê Bicîhkarê Komelgeha Bankên Ehliyên Iraqê, xweşhalî û amadehiya xwe nîşanda bo ku hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikin, li encamdana projeya hevbeş û ewe jî dûpat kir ku Komelgeha Bankên Ehliyên Iraqê hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind dinirxîne, tekez jî li wê yekê kir ku li paşerojê da ji bo encamdana kar û projeyên hevbeş hemahengiyên zêdetir dikin.