Li Dihokê Taqîgeha Vîn peymana li hevtêgihiştinê digel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wajo kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Nivîsîngeha Dihokê li rêkefta 23/11/2023 peymana li hevtêgihiştinê di gel Taqîgeha Vîn ya nujdariyê wajo kir, bi serpereştiya birêz Rêveberê Nivîsîngeha Dihokê (Abdulwahîd Emîn) di gel birêz Rêveberê Taqîgeha Vîn ya nujdariyê Dr. Emîr Îbrahîm.
Ev peyman bi merema bicîhanîna projeyên bexşîna %50 hatiye wajo kirin ku têda dê taqîgeh bi bexşîna birê diyarîkirî ji bihayê her taqîkirinekê kêmbike.
Sûdmend dê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve ji bo Taqîgeha Vîn ya nujdariyê bêne şandin ku pêktên ji birgeyên li xwarê hatiye destnîşan kirin ya ji bo xelkê xwecihî û koçber û penaberan:

  • Malbatên azîzan.
  • Malbatên kêmderametan.
  • Malbatên şehîdên Pêşmergeyan.
  • Şehîdên zîndî.
  • Pêşmerge di gel kesukarên wan (dayik û bav, xûşk û bira, hevjîn û zarok).
  • Xwedî pêdiviyên taybet bi giştî.
  • Kesên bi salaçûyî.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest