Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya mirovî dişîne Filistînê

Li civîneke rojnamevaniya ku roja 22.11.2023 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi amadebûna birêzan Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsûlê Giştiyê Filistînê li Hewlêrê birêve çû, biryara gihandina hevkariyên mirovî ji bo xelkê Filistînê hate ragihandin.

Di destpêkê de birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li daxuyaniyek da ji bo medyayê, sersaxiyê li xelkê Filistînê û birêz Konsûlê Giştiyê Filistînê li Hewlêrê kir, her li vî derbarî de got: “Bi navê karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi navê xelkê Kurdistanê, bi navê Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi taybetî bi navê cenabê Serok Barzanî, sersaxiyên xwe pêşkêşî we û xelkê Filistînê û ziyanmendên wê karesatê dikîn”. Hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran xwest û xwazyarê ewe bû, “aştî û tebayî li ser navçeyê û hemû cîhanê da bikêşê”. heman demê de got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gor wê yekê ku nûnerayetiya dosyeya mirovayetiyê li Kurdistanê dike, her wiha endamê meclîsa civakî û aborî (UN) e, ji bo wê yekê li her warekî mirovî da, li navçeyê ji bilî wê yekê ku çavê ziyanmendan û hemû xelkê Kurdistanê jî li sere, hewl daye ku çawa bikarê wê peyama miroviya ku xelkê Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê pê hatiye nasîn, bigihîne cihê xwe û ji bo wê kêşeyên mirovane nûnerayetiya Kurdistaniyan bike. Her ji bo wê yekê li 18ê meha 10 û berî wê jî me peywendî li gel cenabê Balyozê Filistînê û aliyên peywendîdaran û rêkxistinên me yên hevbeş hebû ku çawa bikarîn hemahengî û hevkariyê bikin û çi pêwîste pêşkêşî xelkê ziyanmend bikîn. Berdewam jî cenabê Serok Barzanî, tekez li wê yekê kiriye ku em li nav cergê rûdanan bîn, bo wê yekê bikarîn xizmeta niyazmendan bikîn”.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li dirêjahiya axaftina xwe da spasî karmendên Dezgehê kir û her li vî derbarî de got: “Li rûdana karesatan, çi xwezayî û çi destkird wekî şeran bin, bi şanaziyê ve tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştiya xelkê Herêma Kurdistanê bi destekî pir li wir amade bûn, heta niha jî ji bo xizmeta li wî warî da bi dilxwaziyê pêşbaziya hevdû dikin”.

Cûreya hevkariyên miroviyên ji bo xelkê Xezze pêkhatine ji:

14 ton derman û kelupelên pizîşkî, 2500 paketên xorekê, 200 kartonên paqijiyê û 400 kartonên mezinê ciluberg. 

Wekî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behs kir, ew hevkarî li rêya asmanî (Firokxaneya Misir)ê ve dişînin Xezzeyê.

Birêz Musa Ehmed ewe jî dûpat kir ku hemû hewlek dane bo ku tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke meydanî li cihê karsatê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzarî û karê hawar hatinê amade bin. Ewe jî ragihand ku dergehê hevkariyan vekirî dibe, ji bo ku bikarin hevkariyên mirovî zêdetir pêşkêşî niyazmendan û ziyanpêketiyên şerê li Filistînê bikin.

Paşê birêz Nezmî Hizûrî Konsûlê Giştiyê Filistînê li Hewlêrê û Karbirêkerê Balyozê Filistînê li Iraqê li daxuyaniyek da ji bo medyakaran, di destpêkê de “Rêz û nemiriyê ji bo ruhê Mela Mistefa Barzanî” nîşanda û rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warê hevkariyên mirovî bilind nirxand û di derbarê wê helmeta şandina hevkariyên ji bo xelkê Filistînê bi vî awayî raya xwe derbirî: “Ewê li vê rojê û li vê cihê me kom dike, li gel peyama xwedê jêrazî nemir Mela Mistefa Barzanî, navê rêxistina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye. Namo nîne ji aliyê Kurdan ve destên hevkariyê ji bo gelê Filistîn û zarokên wê bê dirêj kirin, bi taybetî li vê qonaxê da ku gelê me tûşî dagîrkerî û destdirêjiya Îsraîliyan bûne, li kerta Xezze bajar û kon hene, wekû ewê li devera Filistînê heye. Li encama wê hezaran şehîd û birîndar û lêqewimî û koçber hene, du milyon û nîv Filistînî rûbirûyê birçîtî û tîhnî û hemû lêbirînekî keresteyên pizîşkî û pêdiviyên jiyanê bûne. Pizîşkan dinalênin, wekî kesên berevaniya şaristanî û wekî hemû zarokên gelê Filistînî.

Ji aliyê xwe ve min li gel rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî axaft, min got: Eger erdhejek li welatek rû bide, gelek welat bi lez ji bo pêşkêşkirina hemû hevkariyek ji bo hilgirtina paşmayan dikin, ku ji ber erdhejê dirust bûn, eve em hemû dibînîn, lê belê ewê îro dibînîn, eweye zarokên Filistînê bi destê xwe paşmayan radikin, ji bo lêgerîna dayik û bav û bira û xuşkên xwe, wekî çawa bav li pey malbata xwe de digerê, yan dayik li pey zarokên xwe de digerê, her wiha ewê dibînîn, sîtemkarî û ranegirtina agirbest û ew biryarên ku palpiştiya destdirêjîkirina zêdetir li ser gelê Filistînê dikin.

Li vî warî de spasiya xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ji bo wê palpiştiya ku mînaka wê me li vir dît, bi wê şiyana zêde û wekî ku me bihîst, çendîn care dûbare dibê wekî yarmetiya ji bo zarokên lêqewimiyên li Xezzeyê, ev kereste jî pêdiviyên pizîşkî û xorek û cilubergên zivistanene ku hêvîdarîn germiyê bibexşê bi zarokên Filistînê ku li derbederiyê êşê dikêşin, li encama wêranbûna xaniyên xwe. Ew niha li wargehan û xwendingehanin, ew xwendingehên ku li bin alaya Neteweyên Yekgirtî ne, lê belê ew ala nekarî zarok û malbatên Filistîniyan biparêzê, belkî çendîn xweningeh bi armanc hatin girtin û wêran bûn, her wiha çendîn bîrên avê hatin bi armanc girtin û hinek malbat heta çendîn rojan yek dilop avê venexwarine û nekarîn dilopek av ji bo malbata xwe dabîn bikin.

Îro em berê xwe didin gelê xwe û dibêjin: Hûn ne bi tenê ne ew zarokên me yên Filistînî û gelê Xezze, îro ev hevkariya mezin ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, dengeke ji Kurdistanê dibêje: Em li gel we ne û hûn ne bi tenê ne. Ji bo wê yekê bi navê gelê Filistînê li Xezze û bi navê serkirdayetiya Filistînê û bi navê Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, spas û pêzanînekî bêpayan pêşkêşî we dikîn, beranber wê bexşîna ku ne yekemcare û hemû dem we rêzê li me girtiye, bi germî palpiştî û helwesta xwe û bi himbêzkirina têkoşîn û dadperwerî û mafên gelê Filistînê, eve gotina Serok Nêçîrvan Barzanî bû ku got: Mafê gelê Filistînê ye welatê xwe hebê”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest