Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana (Zanîngeha Amerîkî li Kurdistan – Dihok)ê kir û peymaneke li hevtêgihiştinê li gel Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê wajo kir ku çend warên cûr bi cûr li xwe digre.
Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi serpereştiya birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roja 14.11.2023 serdana Zanîngeha Amerîkî li Kurdistan – Dihok)ê kir û ji aliyê birêz Randal Rûdiz Serokê Zanîngeha Amerîkî li Kurdistan – Dihokê ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Mebesta vê hevdîtinê wajokirina peymaneke li hevtêgihiştinê bû ku li encamê da hemahengiyeke zêdetir li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Amerîkî li Kurdistan dirust dike ku çendîn waran li xwe digre, ew jî peydakirina rexsandina hela kar, encamdana lêkolînên zanistî û akademî li pirsên civakî û projeyên taybet bi koçber û penaberan û baştirkirina rewşa jiyana wan, her wiha çareseriya kêşeya wan kesan ku bi sedemên cûda ji xwendinê hatine veqetandin.






