100 malbatên nîştecihê wargeha Bêrsîvê bi dilxwazî li ser warên xwe hatin vegerandin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya rêxistina navdewletiya koçberan (IOM) û Birêveberiya Koç û Koçberên Hikumeta Iraqê û navenda bersîvdana qeyranan li Herêma Kurdistanê, li rojên 13 – 14.11.2023 li (Wargeha Bêrsîv 1) ku dikevê tixûbê parêzgeha Dihokê, 100 malbatên ku dike 486 kes, bi awayeke dilxwazane vegeriyan li ser warên xwe yên li Şingalê.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li birêvebirina zêdetirê 35 wargehên koçber û penaberan û dabînkirina xizmetguzariyên cûr bi cûr ji bo wan li Herêma Kurdistanê berdewame û herdem pêdagiriyê li ser vegerandina “dilxwazane” ya koçber û penaberan kiriye. ji bo her vegeraneke bi vî awayî û bi daxwaza xwe, hemû rêkarên hêsankarî û hevkarîkirina wan li ber digre.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest