Li roja cîhaniya şekirê da semînerekî taybet li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate pêşkêş kirin

Hevdem li gel roja cîhaniya şekirê da, li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) roja 14.11.2023 semînerek ji aliyê birêz Dr Siyamend Hesen Mihyeddîn bi helkefta roja cîhaniya nexweşiya şekirê hate pêşkêş kirin ku têda gelek bi hurî û bi awayeke zanistî tîşk xiste li ser sedemên serhildana nexweşiya şekir û rêkarên çareseriyê paşê ji aliyê Taqîgeha Bayo, pişkinîna Hba1c (sê mehiya nexweşiya şekir) ji bo karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate encam dan.
Nexweşiya şekir yek ji nexweşiyên metirsîdarane ku bi “bikujê bêdeng” ve tê nasîn. Bi sedema zêdebûna rêjeya tûşbûyên vê nexweşiyê li sala 1991 ve roja 14ê meha 11ê hemû salek bi roja cîhaniya şekir hatiye destnîşan kirin. Ji ber ku her li vê rojê da li sala 1921 Dr Frederîk Bantînc ji dayik bûye ku vê nexweşiya metirsîdar vedîtiye.
Li gor hurgiliyên rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), şekir yek ji zêdetirîn nexweşiyên cîhane û zêdetirê 400 milyon kes tûşbûyê vê nexweşiyêne û salane zêdetirê yek milyon û pênc sed hezar kes bi vê sedemê canê xwe ji dest didin.

photo_5377316703068868909_y
photo_5377636476268958632_y
photo_5377636476268958633_y
photo_5377636476268958635_y
photo_5377636476268958638_y
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest