Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) roja 13.11.2023 pêşwaziya birêz Mihemed Elwaîl Cîgirê Konsûlê Giştiyê Kuweyt li Hewlêrê kir.
Li vê hevdîtinê de behsa peywendî û hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistinên miroviyên Kuweytê kirin, her wiha rewşa aloza şer li navçeyê û zêdebûna hemara qurbaniyên xelkê bêtawan û sivîl guftûgo kirin û tekez li ser yekxistina şiyanên wan yên ji bo rûbirûbûna qeyranan kir.
Cîgirê Konsûlê Giştiyê Kuweyt li Hewlêr, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi yek ji girîngtirîn karekterên karê mirovî li navçeyê da zanîn, heman demê de soza xwe dûpat kir ku rêxistinên mirovî yên welatê wan li hevkariyên xwe yên ji bo hemû Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibin.