Beşa azîzan û bêhevjînan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî, kêbirkêya wênekêşên baştirîn tablo ya ji bo zarokên azîz (sêwî) li Îmarat rêk dixin û hemû pêdiviyên wênekêşanê jî ji bo wan dabîn dikin.
Birêz Muhsîn Mihemed Salih Berpirsê Yekîneya Azîzan û Bêhevjînan li Nivîsîngeha Hewlêr ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî, kêbirkêyekî ji bo wan azîzan rêkxistiye ku xwediyê behreya wênekêşanin li her du regezan, li yekîneya azîzan û bêhevjînan Nivîsîngeha Hewlêr roja 23.01.2024 li Serokayetiya Dezgehê li Hewlêr, 30 zarokên azîz bi 30 tablo beşdarin, roja pênçşem 25.01.2024) li rêya Firokxanê ve tabloyan dişînin Îmaratê. Li pêşangehekî taybet ji bo firoştinê tê pêşandan, pare jî bi her nirxek bê firoştin, ji bo xwediyê tabloyê wate azîzan ve vedigerê, her wiha ji bo yekemên wê kêbirkêye geştêkî Îmarat ji bo wan tê rêkxistin. Eve jî palpiştî û handaneke ji bo wan zarokan bo ku bikarin şiyanên xwe pêşbixin”.
Eve jî xisterû ku ji bo her zarokek 32 dolar terxan kirine, her azîzek 12 aytim wate 12 coreyên pêdiviyên wênekêşanê ji bo wan hatine dabîn kirin, dibe ku (Stand, kanfas, boyaxa neftî û rûnî û avî li gel deftera wêne û qelm û firçe û hwd) ku wekî diyarî bi wan azîzan hatine dayîn.
Li gor zanyariyan 30 zarokên azîz li nivîsîngeha Hewlêr 53 zarokên azîzên din jî li cihên cûdayên Herêma Kurdistanê, wate 83 azîz li wê kêbirkêyê da beşdar dikin.
Her li vê çarçêweyê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja 21.01.2024 li hola nivîsîngeha Germiyan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû pêdiviyên wênekêşan bi ser 26 zarokên azîz (sêwî) li qezayên Kelar û Derbendîxan û Kifrî dabeş kir. Her wiha li Silêmanî û gundê Grêze pêdiviyên wênekêşanê bi ser azîzan da hatin dabeş kirin.
Ew çalakî li çarçêweya girîngîdan bi şiyanên azîzan û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî hevkariya xorekî û nexorekî û nextîne, projeyên cûr bi cûr ji bo pêşxistina şiyanên zarokên azîz heye.









