Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya lojistîkiya Bajarvaniya Efrînê kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Navenda Hemahengiya Qeyranan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê û Ajansa Federaliya Almanî, hevkariya lojîstîkî pêşkêşî bi bajarê Efrînê kir.
Birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosyeya Efrînê li daxuyaniyeke taybet da ji bo medya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Ajansa Federaliya Almanî (THW) û bi hemahengî li gel Navenda Hemahengiya Qeyranan li Hikumeta Herêma Kurdistanê (JCC), roja 23.01.2024 hevkariya lojîstîkî ji bo Bajarvaniya Efrînê dabîn kir.
Hevkarî pêkhatibû ji hefareyek û pêdiviyên wê û her wiha kelupelên pêdiviyên rojaneya fermanberan û karkerên xizmetguzariyê ji bo xizmetkirina deverê. Ev hevkarî girîngiyekî zêde heye ji bo nîştecihên bajar û dûbare geşandina jiyana wan, bi taybetî piştî erdhejên sala derbasbûyî ku tûşî karesatekî mezin yê mirovî bûn”.
Ev hevkariyên pêşkêşî bajarê Efrînê û nahiye û gundên dewrubera wê hatiye kirin, li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê yên li rêxistinên navdewletî û navxweyiyan ve hatiye dabîn kirin û hewl tê dayîn zêdetirîn kes ji van hevkariyan sûdmend bin.
Piştî erdheja şubata 2023 û vekirina Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê û li rêya vê nivîsîngehê berdewam hevkariyên cûr bi cûr bi nîştecihên wê navçeyê hatiye gihandin, hevkarî jî xorekî û nexorekî û tendirustî û vekirina xulên rewşenbîrî û pîşeyî li xwe digre.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest