Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê pêşangeha wênekêşan û karên destî vedike û beşdarbûyên xulê jî bi helkefta roja cîhaniya perwerde têne xelat kirin.
(Navenda Barzanî ya ji bo Rewşenbîrî û Pêşxistinê) li Efrînê ku ser bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) e, bi helkefta roja cîhaniya perwerde, roja 24.01.2024 çendîn çalakiyên cûr bi cûr encam da ku pêkhatibûn li vekirina pêşangehekî wênekêşan û karên destî ya ji bo hunermendên Efrînê û govenda folklorî û dabeşkirina bawername li ser derçûyên xulên pîşeyî û yekemên bekeloriya.
Li rêwresmekî taybet bi roja cîhaniya perwerde ku zêdetirê 700 kes û nûnerê hejmarek ji rêxistinên mirovî û medenî û fermangeha hikûmî û birêveberên perwerde û Serokê Encumenan beşdar bûn, çendîn çalakiyên rewşenbîrî û perwerdeyî û rêzlênanê birêveçû, ku ji aliyê Navenda Barzanî ya ji bo rewşenbîrî û pêşxistinê li Efrînê hatibû rêkxistin.
Di derbarê wê rêwresmê, birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosyeya Efrînê ragihand, li vê rêwresmê da pêşangehekî taybet bi wênekêşan hate vekirin ku çendîn hunermend têda beşdar bûn, her wiha bawername li ser 140 beşdarbûyên xûlan da hate dabeş kirin. Her wiha got: “Di dema 6 mehên derbasbûyî 13 rahênan li xulên Computer, dirûtin, çêkirina mobail û fêrbûna ziman û çend kertên din hatine encam dan. Her li vê demê de diyariyan pêşkêşî xwendekarên yekemên bekaloriyayê hatiye dayîn”.
Piştî vekirina Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrîn û li rêya vê nivîsîngehê ve berdewam hevkariyên cûr bi cûr bi nîştecihên wê navçeyê hatine gihandin, hevkarî jî xorekî û nexorekî û tendirustî û vekirina xulên rewşenbîrî û pîşeyiyan li xwe digre.