Cilubergên zivistanê ji bo 200 zarokên azîz hate dabîn kirin

Dîtina xende û pêkenînên kûrê wan zarokan li xweşiya hilbijartin û li ber kirina ciluberg û pêkirina pêlavên nû dilxweşin, bi cûreyek mirov bextewer dike, ji kûr ve spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bexşeran bike ku karîne wê xweşiyê bixin nav dilê 200 zarokên azîz ku ji ber ji destdana bavên xwe çendîn salane bê naz bûn.
Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), bi hevkariya xêrxwazek ku nexwest navê xwe eşkere bike, roja 30ê 01ê 2024 li Hewlêrê cilubergên zivistanê û pêlavan ji bo 200 zarokên azîz (sêwî) dabîn kir.
200 zarokên azîz ku hemû xwendekar bûn li qonaxên bingehîn heta amadehiyê dixwînin, dilxweş bûn bi wê yekê ku bi daxwaz û dilê xwe cilubergên zivistanê û pêlavan dikirin. Gelek ji wan li bersîva wê pirsiyarê da ku ji bilî li ciluberg wan çi pêwîste û dixwazin çi tişteke din ji bo wan bê kirin, her bi wê bazarkirinê dilxweş bûn û daxwaza tiştên din nedikir, lê belê yek ji wan zarokan bi navê (M.Ş) temen 13 sal ku xwendekarê qonaxa bingehîne hêviya wê dilxweşbûnê ji bo xûşk û birayên biçûkên din jî dixwest.

Birêz Muhsîn Mihemed Salih Berpirsê Yekîneya Azîzan û Bêhevjînan ya li Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, balkişand li ser wê yekê ku çalakiyên wan bi palpiştiya xêrxwazekî birêz encam daye, got: “Yekîneya Azîzan û Bêhevjînan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gelek waran da hevkariya azîzan dike, li rûyê darayî û xorekî û pêdiviyên wan yê xwendin û tendirustî û hwd” .
Di derbarê bi cûreya hevkariyan jî balkişand li ser wê yekê ku bexşer û sponserên birêz xwe destnîşan dikin ku car heye pereyê kaşe û gelek car jî kirîna ciluberg û pêdiviyên cûr bi cûre ji bo azîzan.

Di derbarê sedemên dabînnekirina ciluberg ji bo hemû zarokên azîzan û malbatên wan, Berpirsê Yekîneya Azîzan û Bêhevjînan ya Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Ji ber wê yekê dayik û serpereştê zarokan nikarin li gel zarokên azîz bibîn ji bo holên kirîn û firoştinê ku qerebalixiyekî zêde dirust dike, her wiha ji ber wê sedemê zarokên jêr temen şeş sal bê dayik nayên hewandin, ji bo wê yekê mixabin ew li vê çalakiyê bêbeş dibin. Lê belê xweşbextane malbat jî heye, pênc zarokan ve li çalakiyê sûdmend bûn”.
Her wiha eşkere kir ku li gelek kertên din jî û bi taybetî ewên navên wan li beşa azîzan û bêhevjînan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de hatine tomar kirin û hatine kefîl kirin, hemû endamên malbatên azîzan sûdmend dibin. Wekî mînak tenê ji aliyê Îmaratê ve zêdetirê 3 hezar û 800 zarokên azîz hevkariya darayî ji bo wan tê.

Her wiha got: “Ji bilî wan, mebesta me ewe wan zarokan dilxweş bikin, wekî geştek bêne holên kirîn û firoştinan û melevangeh û qadên hespswarî û çalakiyên meydanî jî encam bidin”.
Beşa azîzan û bêhevjînan, li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, girîngiyekî zêde bi wan hatiye dayîn û bexşer û xêrxwaz li ser asta navxweyî Herêma Kurdistanê û welatên derve jî hevkariya darayî ji bo wan tê dabîn kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest