Encama pêşbaziya “Lêkolînên Bêhempa” hate ragihandin û xelat jî li ser serketiyan de hate dabeş kirin

Encama kêbirkêya lêkolînên bêhempa ku bi hevbeşî li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Zanîngeha Lubnanî Fransî ve hatibû serpereştî kirin, hate ragihandin û xelat li ser lêkolînên serkeftiya kêbirkêyê jî hate dabeş kirin.
Îro dûşem 05.02.2024 li hola Zanîngeha Lubnanî Fransî li bajarê Hewlêrê, rêwresma ragihandina encaman bi amadebûna birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêz P.Dr Emîn Kakşar Serokê Zanîngeha Lubnanî Fransî birêveçû.
Li pêşbaziyê de 28 lêkolînên zanistî ji aliyê lîjneyekî pîspor ve nirxandinên zanistî ji bo wan hate kirin, lîjneya nirxandinê jî ji aliyê birêz P.Dr Kawe Şêrwanî ve dihate serokayetî kirin.
Birêz Îbrahîm Semîn li gotareke wê rêwresmê da di derbarê girîngîdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi lêkolînên zanistî got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li destpêka damezrandinê ve, ji bilî pêşkêşkirina çendîn projeyên girîngê mirovî li warên tendirustî û perwerdeyî û pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji bo xwediyê pêdiviyên taybet û hevkarîkirina zarokên azîz (sêwî) û bi hanaveçûna lêqewimiyan û koçber û penaberan, armanc bûye li karê mirovî bi çarçêweyekî zanistî rêkbixe û bibê pira pêwendiya di navbera xelkê xêrxwaz û ew xelkên ku pêwîstiya wan bi hevkarîkirinê heye, heman demê de dezgeh bibê dik û qadek ji bo ciwanan ku xwe têda bibînin û şiyanên xwe bixin xizmeta mirovayetiyê”.
Li encama dawiya nirxandina lêkolînan de sê lêkolînên zanistî serketiya kêbirkê hatin hilbijartin ku du ji wan lêkolînan bi hevbeşî û lêkolînek jî ji aliyê yek lêkolîner ve bi tenê hatibû encamdan, du milyon dînar jî wekî xelat, pêşkêşî lêkolînên serketî kirin.
Serketiyên kêbirkêya lêkolînên bêhempa:
(Bandora geşkirin û geşepêdana bajarnişînî li ser kalîteya ava jêr zevî (Besam Zuhêr,
(Rola perwerde li çaksaziya tawanbaran: lêkolînek li ser rewşa perwerde li zîndanên Herêma Kurdistanê) bi hevbeşî lêkolîner Soran Xazî û Ednan Şiwan ve hatibû encamdan.
(Êşandina seksî û berhemanînê li bajarê Hewlêrê li jîngeha karkirin û fêrbûnê) bi hevbeşî ji aliyê lêkolîner Îrem Emced, Mîram Salîn û Ala Bêşenk ku mamostaya Zanîngeha Lubnanî Fransî ve hatibû encamdan.
Roja 04.09.2023 projeya pêşbaziya lêkolînên zanistî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Lubnanî Fransî ve hate ragihandin, li gor plana projeyê, lêkolîneran li warê (zanistên mirovî, tendirustî, aborî, teknelojiya, kargêrî û jîngehî) dikarîn beşdarî kêbirkê bikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest