Şandekî Encumena Niştimaniya Kurdî û Partiya Demokrata Kurdistana Sûriye û kesayetiyên Efrînê û şanda eşîrên Erebî, roja 10.02.2024 serdana (Navenda Barzanî ya ji bo rewşenbîrî û geşepêdanê) kirin.
Mebesta serdana vê şanda bilind, derbirîna spasguzarî û destxweşîkirinê bû li tîmên Hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku piştî erdheja 6ê şubata sala derbasbûyî, wekî yekem tîma hawarçûnê gihîştine nava bajarê Efrînê û xizmetguzariyên cûr bi cûr pêşkêşî ziyanberketiyan kirin.
Piştî vekirina Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2023 Navenda Barzanî ya ji bo rewşenbîrî û geşepêdanê li Efrînê hate vekirin, li rêya navendê xulên cûr bi cûrê pîşeyî û rewşenbîrî û fêrkirinê ji bo nîştecihên bajarê Efrînê vekir û xizmetguzariyên din jî pêşkêşî wan dike.