Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) baran barîna dawî û berzbûna asta avê li Kelar, bi hanaya ziyanberketiyan çûn û roja 17.02.2024 karwana hevkariyên xorekî û nexorekî ji Hewlêrê ve gihîştin Kelarê. Her bi vê helkeftê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li civîneke rojnamevaniyê de ragihand, li karesatan çi karesata xwezayî bin, yan li encama şer, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi lez hevkariya mirovî û hawarçûnê ji bo lêqewimiyan dabîn dikin.
Di derbarê bi gihandina hevkariyên ji bo xelkê ziyanberketiyên Kelarê û nahiya Rizgarî got: “Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li demên destpêka wê rewşa li Kelarê bi hana hevniştimaniyên xweşdivî ve çûn û niha jî bi hemahengî li gel aliyên peywendîdar yên li Îdareya Serbixweya Germiyan, amadekariyê kirine, em li xizmeta wan da dibîn. Niha jî ji bo 300 malbatan pêdiviyên ji bo yek mehî hatiye dabîn kirin”.
Wekî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behs kir, hevkarî ji bo her malbatek pêkhatine ji:
Pakêta ciluberg ku 8 madde têda heye.
Paketa xorek ku 11 madde têda heye.
Pêdiviyên metbexê ku 12 madde têda heye.
5 betanî 5 doşek 1 sopaya neftî, 1 tebax û komek pêdiviyên din ku ji bo Kelarê hatine şandin.