Li Zanîngeha Knowledge semînera çawayiya peydakirina hela kar pêşkêş kirin

Li Zanîngeha Knowledge semînera kar û çalakiyan û çawayiya peydakirina hela kar li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêş kirin.
Berpirsê beşa peywendiyên giştî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêzdar Gulistan Abdulla, roja 13.02.2024 li Zanîngeha Knowledge li Hewlêrê semînerekî li jêr navnîşana (kar û çalakiyan û çawayiya peydakirina hela kar) pêşkêş kir.
Li vê semînerê da, piştî ku kar û çalakî û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hemû kertan de û li 18 salên derbasbûyî de bi amar û hûrgiliyan xiste rû, paşê çawayiya peydakirina hela kar û mercên wê bi hûrî ji bo amadebûyên birêz behs kir. Paşê vîdeoya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li 18 salên derbasbûyî de hate pêşandan. Li beşa dawî ya semînerê da jî birêz Profesorê Yarîdeder Dr Merwan Ezîz gotarekî pêşkêş kir û ji bilî destxweşî û derbirîna spas û pêzanînê, karnameya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind nirxand û pêşniyar jî kir, dezgeh li gel navendên akademî karê pêkveyî û projeyên hevbeş zêdetir bike, bi taybetî li xulên pîşeyî û perwerdeyî encam bidin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest