Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li alîkarî û xizmetguzariyên li tixûbê Efrînê berdewam dibe

Birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosyeya Efrînê hûrgilî û çawayî û çendiyetiya gihandina xizmetguzarî û alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li tixûbê Efrînê dixerû.
Birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosyeya Efrînê, roja 26.02.2024 di derbarê bi çawayî û çendiyatiya alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li tixûbê Efrînê ragihand:
Piştî erdheja şubata 2023 û vekirina Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, li rêya vê nivîsîngehê ve berdewam hevkariyên cûr bi cûr bi nîştecihên wê navçeyê gihandiye, hevkarî jî xorekî û nexorekî û tendirustî û vekirina xula rewşenbîrî û pîşeyî li xwe digre.
Birêz Rewac Hacî ewe jî xisterû ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekemîn rêxistina cîhanî bû hevkariyê bi bajarê Efrînê re gihand. Ji bilî hawarçûn û xizmetguzariyên ji bo ziyanberketiyên erdhejê û pêşkêşkirina xwarin û danên xoreka germ, 1200 konan li ser wan malbatan dabeş kir ku malên wan rûxabûn û bê war mabûn. Heta niha jî xizmetguzariyên wan berdewamin”. Her wiha got: “Me girîngiyeke zêde bi xulên pîşeyî û perwerdeyî û xizmetkirina xwediyê pêdiviyên taybet û zarokên azîz (sêwî) daye. Me ewlewiyetê bi zarokên azîz daye ku bavên wan bûne qurbanê erhejê û navên wan li projeya azîzan û bêhevjînan hatine tomar kirin, ji bo wê yekê mehane hevkariyên nextîne li ser wan da tê dabeş kirin, bi taybetî ew zarokên ku temenê wan li bin 18 saliye û nikarin kar bikin.
Li bersîva wê pirsiyarê da jî ku li Rojavayê Kurdistanê ji bilî li Efrînê li çend navçe û deverên din çalakiyên we hebûye û bi giştî alîkariyên we li rûyê çendîtî û çendayetî de çawa bûye? got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her li roja rûdana karesatbara erdheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye roja 06\02\2023, tîmên hawarçûnên xwe xiste amadebaşiyê û bi lez şandin cihên rûdanê. Piştî gihîştina tîmên hawarçûn û xizmetguzariyên dezgehê karesat û rewşa ji nişkave li Tirkiye (Afad), hêsankarî ji bo tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, ji bo wê yekê ku bihanaya qurbaniyên erdheja Rojavayê Kurdistanê ve jî biçin û li wir jî bikarin zêdetir hevkarî bi lêqewimiyan bigihihînin û li gihandina peyama mirovayetî û xizmetkirinê berdewam bin. Li 97 navçeyên cûda yên Efrîn û nahiye û gundan jî xizmetguzarî û alîkariyên me li çendîn kertan de berdewam bûye”.
Berpirsê dosyeya Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, eve jî xisterû ku projeya (Navenda Barzanî ya ji bo Rewşenbîrî û Pêşxistinê), bi palpiştiya rêxistina (Karîtasa bajarê Êsin) li 01/07/2023 li Efrînê hate vekirin. Ji bo projeya yek salî jî nêzîkî 145.800 dolar hatiye dabîn kirin. Heta niha 151 zarok û jin û law li 13 rahênanê de beşdariyê kirine, her wiha 21 çalakiyên cûr bi cûr hatine pêşkêş kirin. Li vê navendê de girîngiyekî zêde bi vekirina xulan ji bo xwendekar û zarok û jinan hatiye dayîn, hinek ji wan xulên bihêzkirina waneyan û zimanê biyanî, xulên muzîk û wênekêşan, xulên dirûtinê ji bo xaniman û xulên pîşeyî ji bo lawan wekî çêkirina mobail, sertaşîn û bestina kehreba û hwd”.
Di derbarê bi pêşwaziya xelkê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û peywendiyên wan li Efrîn û asta hevkarî û hehmahengiya birêveberên Encumen û dam û dezgehên hikûmî li Efrînê li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Heta niha hîç berbest û kêşeyek li ber kar û çalakî û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê dirust nebûye. Dam û dezgehên fermî yên li Efrînê nebûne rêgir li ber karên me û palpiştiyekî tevahî projeyên xizmetguzarî û çalakiyên me dikin. Xelk jî bi giştî gelek dilxweşin û herdem bi germî pêşwaziyê lêkirine.
Birêz Rewac Hacî bi vî awayî beşek ji karname û amarên kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li tixûbê Efrînê xisterû: “Di dema sê mehên rewşa ji nişka ve li ser çar kertên xizmetguzarî li 97 navçeyên cûda, li hevkariyên xorekî 13.429 li nexorekî 9.347 û li kertên penageh 1.600 malbat sûdmend bûn. Li warê tendirustiyê jî tenê li dema 45 rojan tîmên nexweşxaneya gerok xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêşî 8.776 kes kir ku pêkhatibû ji (derman, pişkinîn, birînpêçî) her wiha sê barhilgir derman û pêdiviyên tendirustiyê hatine pêşkêş kirin. Pênc ambulans wekî (Norîngeha Gerok) kar kirine û 15 karmendên tendirustiyê xizmetguzariyê pêşkêş kirine. Ji bilî wan ku me balkişande ser, li Efrînê gelek kertan de kar hatine kirin, wekî mînak roja 13.03.2023 bi fermî nanxaneya Efrînê hatiye kirin ku 3.900 malbat ji bo du mehan nan bi bê pere wergirtine. Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roja 16.03.2023 helmetên paqijiyê li nav bajarê Efrînê encamdan. Heman demê de 35 nemamên dar bi biranîna 35. salvegera kîmyabarana Helebçeyê çand. Roja 18.04.2023 li Efrînê, daneke berbangê ji bo 300 jîngeparêzên bajar rêkxist. Çalakî ji bo rêzgirtinê bû li karê jîngehparêzan û li dawiyê de jî xelata taybet bi wan hate dayîn.
Navenda Barzanî ya ji bo Rewşenbîrî û Pêşxistinê li Efrînê bi helkefta roja cîhaniya perwerde, roja 24.01.2024 çendîn çalakiyên cûr bi cûr encam da ku pêkhatibûn ji vekirina pêşangehekî wênekêşan û karê destî ya ji bo hunermendên Efrînê û helperkêya folklorî û dabeşkirina bawername li ser derçûyên xulên pîşeyî û yekemên bekaloriya. Li vê rêwresmê da bawername bi ser 140 beşdarbûyên xulan da hate dabeş kirin. Wate li 6 mehên derbasbûyî 13 rahênan li xulên komputer, dirûtin, çêkirina mobail û fêrbûna ziman û çend kertên din hatine encamdan. Her li vê demê de xwendekarên yekemên bekaloriya diyariyan wergirtin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Ajansa Federaliya Almanî (THW) û bi hemahengî li gel navenda hemahengiya qeyranan li Hikumeta Herêma Kurdistanê (JCC), roja 23.01.2024 hevkariyên lojistî ji bo bajarvaniya Efrînê hate dabîn kirin.
Hevkarî pêkhatibûn ji hefareyek û pêdiviyên wê û her wiha kelupelên pêdiviyên rojaneya fermanberan û karkerên xizmetguzariyê ji bo xizmetkirina deverê. Ev hevkarî girîngiyekî zêde heye ji bo nîştecihên bajar û dûbare geşbûna jiyana wan, bi taybetî li piştî erdheja sala derbasbûyî ku tûşî karesatekî mezina mirovî bûn.
Birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosyeya Efrîn, li beşa dawiya hevpeyvînê da got: “Ew hevkariyên pêşkêşî bajarê Efrînê û nahiye û gundên dewrubera wê tê kirin, li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê yên rêxistinên navdewletî û navxweyî ve hatine dabîn kirin û hewl tê dayîn zêdetirîn kes ji van hevkariyan sûdmend bin”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest