Roja 28.02.2024 li Nivîsîngeha Serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Hewlêrê, xelata rêzlênanê pêşkêşî beşdarbûyên projeya “Lêkolînên bêhempa” kir.
Li gotarek da birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, projeyê bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê ku li paşerojê de çavê wan li karê pêkveyî ya zêdetire li gel Zanîngeha Lubnanî Fransî, bi taybetî li warên zanist û perwerdeyê de.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li dirêjahiya axaftina xwe de, tekez li ser girîngiya karê pêkveyî li gel navendên akademiyan kir, bi taybetî li wan warên ku pêwîstiya wan bi hewla hevbeş heye, ji bo ku li warê zanistî de wan kelên û kêmasiyên hene bêne pir kirin.
Ji aliyê xwe ve birêz Profesor Emîn Kakşar Serokê Zanîngeha Lubnanî Fransî, spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku berdewam hewl dane, xizmeta zanist û perwerdeyê bikin û rijdin li ser wan hengavên praktîkiyên ku li asta zanistî li Herêma Kurdistanê ber bi pêşve dibe.
Serokê Zanîngeha Lubnanî Fransî, eve jî dûpat kir zanîngeha wan amadeyê wê yekê ye ku karên zêdetir li warên lêkolînên zanistî bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encam bidin.
Birêz Karzan Nûrî, Berpirsê Plandanana Projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wê yekê xisterû ku li plana stratejiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, lêkolînên zanistî yek ji babetên herî girîngên ji bo paşerojê dibe, ewe jî projeyeke ku çend lêkolînerên birêz, komek kêşe û arîşeyên nav civakê destnîşan bikin ku bi piştrastiyê ve Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl dide, wan lêkolînan û encamên wê li çarçêweya çend projeyek de ava bikin.
Tekez jî li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, herdem hewl dide, rêkarên zanistî ji bo çareseriya her kêşe û giriftekî mirovî bê dîtin, bo ku alîkariya mirovî û mirovayetiyê bê.
Roja 05.02.2024 li hola Zanîngeha Lubnanî Fransî ya li bajarê Hewlêrê, rêwresma ragihandina encamên projeya “Lêkolînên bêhempa”, bi amadebûna birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêz Prof Dr Emîn Kakşar Serokê Zanîngeha Lubnanî Fransî birêveçû.
Li vê pêşbaziyê de 26 lêkolînên zanistî ji aliyê lîjneyekî pîspor ve nirxandina zanistî ji bo wan hate kirin, lîjneya nirxandinê jî ji aliyê birêz Prof Dr. Kawe Şêrwanî ve dihate serokayetî kirin.
Li encama dawî ya nirxandina lêkolînan de, sê lêkolînên zanistî bi serkeftiya kêbirkêyê hatin hilbijartin ku du ji wan lêkolînan bi hevbeşî û lêkolîneke din jî ji aliyê yek lêkolîner ve bi tenê hatibû encamdan.
Serkeftiyên kêbirkêya lêkolînên bêhempa û warê lêkolînan pêkhatibûn ji:
Bandora geşkirin û geşepêdana bajarnişîniyê li ser kalîteya ava jêr zevî (Besam Zuhêr).
(Rola perwerde li çaksaziya tawanbaran: lêkolînek li ser rewşa perwerdeya li zîndanên Herêma Kurdistanê) bi hevbeşiya lêkolîner Soran Xazî û Ednan Şivan hatibûn encamdan.
(Gêçelî seksî û berhemhênana li jîngeha karkirin û fêrbûnê li bajarê Hewlêrê) bi hevbeşî ji aliyê lêkolîneran Îrem Emced, Mêrem Salîn û Ala Pêşeng ku mamostayê zanîngeha Lubnanî Fransîne hatibûn encamdan.
Roja 04.09.2023 projeya kêbirkêya lêkolînên zanistî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Lubnanî Fransî hate ragihandin, li gor plana projeyê, lêkolîner li warê (zanistên mirovî, tendirustî, aborî, teknelojiya, kargêrî û jîngeyî) dikaribûn beşdarî pêşbaziyê bikin.