Roja 14.03.2024 hevdem li gel salvegera roja ji dayikbûna Generalê Çiyayan (Mistefa Barzanî), bavê ruhî yê neteweya Kurd û mîratwergirê eqîdeya Barzan ya ji bo pêkvejiyana netewe û olên cûda bi aştevayî, mezarê nemiran li Barzan himbêza serokayetî û hemû karmend û kedkarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Li vê rêwresma pîroz da, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî danîna tacegulek li ser mezarê nemiran li Barzan, ji bilî tîşk xistina li ser jiyan û xebata Barzaniyê Nemir, soza dezgehê ya ji bo alîkariya mirovî û xizmetguzariyên berfirehtir li gel bavê ruyê Kurd nû kir.
Paşê li hola konferansê li mezarê nemiran, dû fîlmên dokumenterî di derbarê Kurdistan û devera Barzan û xebat û qurbaniyên gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û her wiha rola rêberiya Barzaniyê Nemir li şoreşa Barzan û şoreşa Eylûl û pêgeha wî ya li Komara Kurdistan li Mehabad, heta destana derbasbûna ji Aras û vegerana ji Sovyetê ya Iraq û Kurdistanê û rêkeftinnameya 11ê Adar û destanên berevanîkirina sîtemkarên dagîrker û plana terorkirina wî ya ji aliyê şandek bi cilên olî, heta avabûna fîzîkî û cesteyî ya wî zatê şoreşger û çavnetirs hate pêşandan. Bêguman ew karnameya ronak ya Mistefa Barzanî û navê wî yê pîroz gelek ji avabûnê bihêztirin û li hizra nifş bi nifşê mîllet da, her bi nemirî dimîne û rojane hildide.
Li dirêjahiya wê rêwresmê da ku konferansekî pir girîngê dezgehê bû, her du birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî gotarên wan dergehê guftûgoyê ji bo beşdarbûyên konferansê vekirin û hejmarek ji karmend û berpirsên beşên dezgehê û kargêrên wargehên koçber û penaberan pêşniyarên xwe xistinrû.
Paşê hemû karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, deste bi deste serdana (Bîranîngeha Barzanî) kirin û ji nêzîk ve bi çendîn wêstgehên jiyana Barzanî û xebat û têkoşîna wî baştir nasîn.
Paşê serdana monumenta jenosayda Barzan kirin. Piştî pêşkêşkirina tacegulek bi ruhê pakê qurbaniyan, birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Birêveberê monumenta jenosayda Barzanî li du gotarên cûda de, di derbarê wê karesatê û tawana mirovayetiyê ber çavrûniyên zêdetir bi amadebûyan hate dayîn.
Dawiya rêwresmê de hevdem li gel banga rojavabûnê şîva berbangê pêşkêşî bi hemû amadebûyan hate kirin.