Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Parêzgerê Hewlêrê li gel kasibkaran berbangê vedikin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hemahengî li gel kompanya Geliyawe, li rojên meha remezana pîroz, li parka Baxî Şar ya li Hewlêrê, şîva berbangê ji bo 1000 kesî amade kir. Ew xizmetguzariye li roja 11.03.2023 destpêkir û heta dawiya meha remezanê berdewam dibe.
Roja 18.03.2024 birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û Birêveberê Grûpa Geliyawe û hejmarek kesayetiyên siyasî û medenî li cihê pêşkêşkirina berbangê li Baxî Şar li Hewlêrê amade bûn.
Birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, li daxuyaniyek de ji bo medyakaran got: “Vê êvarê gelek dilxweşîn ku li gel kasibkarên nav bajarê Hewlêrê berbangê vedikîn. Bi navê Parêzgerê Hewlêrê spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Grûpa Geliyawe dikîn ku dîmenekî gelek xweşik bi navenda bajarê me bexşiye. Neku her li remezanê belku li rojên din da jî li vir rojane 1500 kes ji kasibkaran (çi ewên li nav navenda Hewlêrê kar dikin, çi ewên serdana bazara Hewlêrê dikin), li vir xwarina wan bê beranber ji bo wan tê dabîn kirin”. Hêvî jî xwest “lava û îbadeta misilmanan qebûl bê”.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gotarek da, di destpêkê de spasî hevkariyên Grûpa Geliyawe kir ji bo wê projeyê û eve jî dûpat kir, bi hevkariya xêrxwazan û hevbeşên dezgehê, bi taybetî li wê rewşa xerab ya aborî de ku li ser Herêma Kurdistanê da hatiye sepandin, dikarê xizmetên zêdetir lêqewimiyan û xelkê kêmdahat bê kirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya gotara xwe de, tîşk xiste li ser wê yekê ku li kerta xorekî de hewl hatiye dayîn bi wekhevî xizmetguzariyan dabeş bikin û zêdetir xelkê kêmdahat, kesên xwediyê pêdiviyên taybet, xwendekarên beşên navxweyî û kasibkar û jîngeparêz w hwd… bêne sûdmend kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest