Wezîra Kar û Karubarên Civakî spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Wezîra Kar û Karubarên Civakî li Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji ber dabînkirina pêdiviyên Dayîngeha hikûmî li parêzgeha Helebçe, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir. Bi amadebûna birêzan Kiwêstan Mihemed Wezîra Kar û Karubarê Civakî, Karzan Nûrî û Îsmaîl Abdulezîz Endamên Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Elî Germiyanî Nûnerê Bankên Ehliyên Iraqê û Karzan Selam Birêveberê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Helebce û hejmarek kesayetiyên bajar, roja 03.03.2024 yekemîn Dayingeha hikûmî li Helebce hate vekirin. Her li rêwresma vekirina dayingehê de, rêzdar Kiwêstan Mihemed Wezîra Kar û Karubarê Civakî, spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ragihand: “Ev dayingeha hikumetê avahiya wê bi kirê hatiye girtin û bi 16 karmendan ve damezrandiye, bi spasiyê ve Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî ku me daxwaz ji wan kir, hemû kelupelên pêwîstê dayingehê dabîn kirin”. Roja 12.03.2024 Wezîrê Kar û Karubarê Civakî bi fermî spasnameyekî pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku têda hatiye: Beramber bi hevkarî û hemahengiya we ya li gel Wezareta me bi dabînkirina pêdiviyên dayingeha hikûmî li parêzgeha Helebce ser bi Birêveberiya Giştiya Çavdêrî û Geşepêdana Civakiya Helebce, spas û rûmetên xwe pêşkêşî we dikîn û hêviya hevkarî û hemahengiyên zêdetir ji bo we dixwazîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest