Ji ber karesata sirûştî û bilindbûna ava baranê û rûdana lehiyê li çendîn taxên bajarê Dihokê, ziyanekî zêde bi nîştecihên bajar gihîşt û tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), bi lezgîniyê li cihê rûdanê amade bû, bo ku bi hanaya ziyanmendan ve biçin.
Li rojên dawiya sala Kurdî û roja 19.03.2024, hevdem li gel rûdana lehiyê li çendîn taxên bajarê Dihokê li ser raspardeya birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tîmên hawarçûna dezgehê, bi lez li cihê rûdanê amade bûn û hevdem li gel helmeta rizgarkirina lêqewimiyan û derbaskirina bi salaçûyan û zarokan, çendîn çalakiyên cûr bi cûr encam da ku bi vî awayî bûn:
Tîmên Hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja 20.03.2024 hevkariya xorekî û nexorakî gihande 100 malbatên li navenda bajarê Dihokê û her malbatek (4 betanî û 4 doşek û yek karton paketên xorek) wergirtin. Her wiha ji ber wê karesatê li meha pîroza remezanê rûda, ew malbatên ku ziyan li ber wan ketiye li rûdana lehiyê û bi neçarî li hotelan dimînin, xwarina germ û berbangê ji bo wan dihate amade kirin.
Bi hevkariya Holland Bazar û xwaringeha Nimliye, li Dihokê heta du rojan, xwarina berbangê ji bo 230 kesan hate dabîn kirin ku ji ber lehiyê û têkçûna nav malên wan neçarin li hotelê bimînin. Her wiha bi hemahengî li gel Birêveberiya Tendirustiya Dihokê û (Sîpan House), roja 23.03.2024 şîrînî û diyarî li ser 120 zarokên li 11 hotelên Dihokê hate dabeş kirin ku li gel malbatên xwe li hotêlê dimînin.
Paqijkirina nav malê welatiyan û taxên bajar û gihandina ava tankerê bi welatiyan beşekî dinê helmeta tîmên hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn ku çend rojan berdewambû.
Li dirêjahiya wê çalakiyê da roja 21.03.2024 birêz Elî Teter Parêzgerê Dihokê serdana tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, di dema karkirina wan li cihê rûdana lehiyê û li taxên bajarê Dihokê, rêzdar spas û pêzanînên xwe û parêzgeha Dihokê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tîmên hawarçûnê ragihand û hewlên wan bilind nirxand ku li dema rûdana lehiyê bê westabûn kar kirine û bi hanaya lêqewimiyan hatine.
Li gor zanyariyan birêveberiya bergiriya şaristanî li parêzgeha Dihokê li wê rûdanê da, her çende 120 kes ji metirsiyê hatibûn rizgar kirin, lê belê mixabin sê welatî canê xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn. 150 xanî û 50 otombîl jî ziyanên mezin li ber wan ket.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hanaya ziyanberketiyên lehiya Dihokê diçin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest