Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) wekî nerîtekî salane û li gel hatina meha pîroza remezanê, bi hevkarî û hevbeşiya kompanya û xêrxwazên navxweyî û biyanî û rêxistinên mirovî, paketên xorekê li ser malbatên kêmdahat dabeş dike. Ji bo remezana îsal jî li projeya dabeşkirina paketa xorekê li meha pîroza remezanê 8.000 paketên xorekê bi hevkariya hevbeşên wê ku pêkhatibû ji (kompanya Beranetî û kompanya (BAT) ji bo malbatên kêmdahat dabîn kiriye û nivîsîngeha dezgehê li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Kerkûk, Helebce, Germiyan, Nînowa û bajarên din li ser malbatên kêmdahat dabeş dikin. Ev proje bi dirêjahiya meha remezanê berdewam dibe.
Cûreyên xorekan pêkhatibû ji: (Birinc, doşava temate, rûn, savar, fasulye, nîsk, şekir, xwê, ça, ard, şe’riye, makaron, mirîşk, xurma). Ew 8.000 kartona xorekê jî bi vî awayî û li van parêzgeh û bajaran têne dabeş kirin:
Hewlêr 2500, Dihok 1500, Silêmanî 1250, Helebce 1000, Kerkûk 750, Nînowa 500 û Germiyan 500 kartonên xorek ku nav bajar û dewrubera bajaran li xwe digre.
Ev proje tenê dabeşkirina paketên xorekê li xwe digre. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya hevbeşên çendîn projeyên dine ku li meha pîroza remezanê da heye.