Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi mebesta gihandina hevkariyê ji bo ziyanberketiyên lehiya bajar serdana Parêzgerê Dihokê kir.
Li dirêjahiya bi hanaveçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo ziyanberketiyên lehiya bajarê Dihokê, roja 26.03.2024 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şandekî banka FIB serdana Parêzgeha Dihokê kirin û ji aliyê birêz Elî Teter Parêzgerê Dihokê ve bi germî hatine pêşwazî kirin.
Li hevdîtina li navbera wan da behsa karesata dawî ya lehiya bajarê Dihokê û wan hevkariyan kirin ku ji aliyên cûda ve pêşkêşî ziyanberketiyan hatine kirin. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevkarîkirina ziyanberketiyên lehiya Dihokê de berdewam dibe. Ji aliyê xwe ve Parêzgerê Dihokê, spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Banka FIB kir, beranber wan hewla berdewamên ji bo hevkarîkirina ziyanberketiyên lehiya Dihokê li stûyê xwe girtine.
Piştî bilindbûna ava baranê û rûdana lehiya bajarê Dihokê, dehan xanî û otombêl zerermend bûn û mixabin sê welatî canê xwe ji dest dan. Heman demê de tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo bihanaveçûna lêqewimiyan bi zûtirîn dem li cihê rûdana karesatê amadebûn û li çendîn waran ve hevkariyê pêşkêşî lêqewimiyan kirin.