Şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, beşdariya korbenda cîhanî ya paşeroja demokrasiyê li Almanya kir û li paneleke korbendê da jî Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî axaftvanê serekî têda beşdariyê kir.
Korbenda cîhanî ya paşeroja demokrasiyê li rojên 18 û 19 ê Adara 2025, li bajarê Berlîna Almanya birêveçû û şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Serokayetiya Musa Ehmed Serokê Dezgehê beşdariyê li korbendê da kir.
Li rêkefta 19ê Adarê, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wekî axaftvanê serekî li paneleke taybet li çarçêweya korbendê da, beşdariyê kir.
Her li çarçêweya beşdarî kirina wê korbendê de, şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hejmarek serok û serkirdeyên diyarê welatan civiya û hevdîtinan encam dan. Wekî Tony Bler Serok Wezîrê berê yê Brîtanya, Bill Clinton, Serokê berê yê Amerîka û Hîlary Clînton Wezîra berê ya Derveya Amerîka, Serok Wezîrê Îrlanda û çendîn serkirdeyên dinê cîhanî pêkhatibûn.
Bi giştî li korbendê da, guftûgo di derbarê paşeroja demokrasiyê li ser asta cîhanê ya li piştî pêşketinên zîrekiya destkird û paşeroja karên mirovî hate kirin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî take rêxistin û sazî û damezraweye li ser asta navçeyê li wê korbenda cîhanî da beşdariyê kiribû.



