Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serdar Yuksel kir

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, peyama pîrozbahiya Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihande Serdar Yuksel ku bi Endamê Parlemena Federalî ya Almanya de hate hilbijartin.
Musa Ehmed peyama pîrozbahiya Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihande Serdar Yuksel ku li hilbijartina derbasbûyî ya Parlemena Almanya de serkeftinê bi dest ve anî û bû Endam Parlemena Almanya Federal.
Serdar Yuksel roleke diyar li dirust kirina peywendiyên di navbera rêxistinên miroviyên Almanya bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re hebûye ku paşê zincîreyek karên xêrxwazî û mirovî bi hemahengiya bi rêxistinên Almanî re li duv xwe da anî.
Ji aliyê xwe ve Serdar Yuksel tekez li ser berdewambûna wan hevkarî û peywendiyan kir û li Parlemena Federalî de jî dest vekirîtir dibe ji bo avakirina peywendiyên zêdetirê di navbera rêxistinên miroviyên Almanya bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re.
Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her li çarçêweya vê serdanê da, bi André Kuper Serokê Parlemena Herêma North Rhine-Westphalia re civiya. Li civînê de Kuper spasiyeke taybet li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku bi wan karên mirovî û xêrxwaziyan di dema derbasbûyî de encam dane.
Serokê Parlemena Herêma North Rhine-Westphalia, spasiya Serdar Yuksel kir û soza berdewamiya wan peywendiyan jî da ku di dema derbasbûyî de ji aliyê wan Parlementerên Kurd bi Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de dirust kirine.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest