Musa Ehmed li Almanya beşdariya panêleke taybet bi karên mirovî û xêrxwaziyê kir

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wekî axaftinkarê serekî, beşdariya panêleke taybet bi hejarî û karên mirovî ya li çarçêweya korbenda cîhanî ya demokrasiyê da kir.
Li vê panêlê da, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rûnî balkişand li ser karên mirovî û xêrxwaziya li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û cîhanê da kir, bi taybetî jî li wan cîh û navçeyên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî têda kar kiriye.
Li beşeke dinê axaftina xwe de, Musa Ehmed balkişand li ser wê yekê ku yek ji wan erkên serekiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û wan rêxistinên karên mirovî û xêrxwaziyê dikin, ewe ye ku çawa bexşer û kesên hejar û kêmderametan bi hevdû bigihînin.
Tekez li wê yekê jî kir ku ji bilî giraniya wê erkê, lê belê girînge çawa xelkê hejar peyda dikî bo ku ew kêşeyên wan bêne çareser kirin. Bi heman awayî jî girînge ku ew têgihiştina berpirsiyariyê li cem kesên bexşer û xêrxwaz bê peyda kirin bo ku alîkariya wan xelkan bikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li ser ewe jî kir, karîne baweriyeke bihêz û xûrt dirust bikin bo ku bikarin hevkar bin û çareseriya kêşeya hejaran bikin. Her wiha balkişand li ser rêjeya hejariya li Herêma Kurdistanê kir ku piştî serjimêriyê da, parêzgehên Herêma Kurdistanê kêmtirîn rêjeya hejariyê têda hatiye dîtin.
Beşdarbûyên korbendê, sosretiya xwe bi kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nîşan dan û ragihandin ku karên baş û giran encam didin, li cîhanek da ku pire li pevçûn û naaramiyê. Ewe jî girînge ku dezgeh li jêr diruşmeke diyarê Barzaniyê Nemir hatiye damezrandin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, take rêxistin û saziye li ser asta Iraq û navçeyê, li vê korbenda girînga cîhanî de hatiye vexwendin. Şanda Dezgehê jî bi Serokayetiya Musa Ehmed Serokê Dezgehê û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgehê, Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêrî, Aşna Cemal Birêveberê Kontrola Corî, Omer Ehmed Birêveberê Beşa Azîzan û Bê Hevjînan pêkhatibûn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest