Roja sêşema rêkefta 25.03.2025 li hola komîteya 6 ya li avahiya Parlemena Brîtanya, bi helkefta salvegera ji dayikbûna Barzaniyê Nemir, semînerek li jêr navnîşana “Bandora dîrokê – mîrata Mistefa Barzanî ya aştî û pêkvejiyana li Kurdistanê” hate pêşkêş kirin.
Siyamend Bena Balyozê berê yê Iraqê û wergerê gotinên Barzaniyê Nemir, li semînerê de bi hurî tîşk xiste li ser xebat û helwest û serkirdayetiya Barzaniyê Nemir û rola wî ya ber bi çav ya li çespandina aştî û pêkvejiyana li Kurdistanê, tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste ew aştevayî û pêkvejiyan zêdetir bê pêşxistin.
Paşê ji aliyê Profesor Can Roj Kîlîs, girîngiya berdewambuna felsefeya Barzanî û bihêz kirina ruhê pêkvejiyana li Kurdistan û navçeyê bi awayeke akademiyane hate şîrove kirin.
Amadebûyên semînerê ji pêkhatên cûdayên neteweyî û Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê pêhatibûn. Her wiha çend kesayetiyên siyasî û akademî û lêkolînerên siyasî û civakî û rojhilatnas beşdar bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çendîn welatên cîhanê muhleta kar kirinê wergirtiye û li sala 2020 ji aliyê komîsyona bilinda rêxistinên xêrxwaziyên Brîtanya ve bi fermî hatiye nas kirin.







