17 pêşangeha navdewletiya pertûkan li rêkefta 09\04\2025 li pêşangeha navdewletiya parka (Samî Ebdulrehman) li Hewlêra paytext hate vekirin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi komek pertûkên bêhempa ve têda beşdariyê dike.
Ev pêşangeha ku hejmareke ber bi çavê dezgehên çap û belavkirinên Kurdî û biyanî têda beşdar dibin, heta rêkefta 19\04\2025 li demjimêr 10 ê sipêdê heta 8 ê şevê berdewam dibe. (K19) Wekî cihê nasandin û firoştina pertûk û çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye destnîşan kirin.
Cihê me li pêşangeha navdewletiya Hewlêr ya pertûkan 09-19ê 4ê 2025

لیستی ئەو کتێب و بەرهەمانەی بەردەستن

