Serok Barzanî ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Hûn kareke mezin encam didin

Bi amadebûna cenabê Serok Mesûd Barzanî 17. pêşangeha navdewletiya pertûkan li rêkefta 09\04\2025 li pêşangeha navdewletiya parka (Samî Ebdulrehman) li Hewlêra paytext hate vekirin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi komek pertûkên bêhempa ve têda beşdariyê kir.
Serok Barzanî li wê pêşangehê de serdana cihê (K19) kir ku wekî cihê nasandin û firoştina pertûk û çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatibû destnîşan kirin.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi germî pêşwaziya cenabê Serok Barzanî û şanda pê re kir û balkişand li kar û çalakiyên dezgehê û amadekariyên ji bo pêşangehê kir.
Serok Barzanî li axaftineke kurt da di derbarê karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kerem kir û got: “Hûn kareke mezin encam didin”.

لیستی ئەو کتێب و بەرهەمانەی بەردەستن

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest