Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya Serokê Rêxistina Baskên Hevkariyê kir

Birêz Frank Frankî Serokê Rêxistina “Baskên Hevkariyê” ku rêxistineke Almanî ye û şanda pê re, li rêkefta 10\04\2025 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de guftûgoyê li karên miroviyan û berdewamiya hevkariya di navbera her du aliyan xistin ber behs û lêkolînê û Serokê Rêxistina “Baskên Hevkariyê”, spas û rûmeta xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin. Heman demê de hewl û têkoşînên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi navê mirovayetiyê bilind nirxandin û soza ewe jî dûpat kirin ku li hevkariyên xwe yên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê de berdewam dibin. Du spasnameyên taybetî jî pêşkêşî rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest