Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li tixûbê Akrê çend xulên pîşeyî vedike

Nûnerayetiya Akrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Dezgeha Stêrlîng (The Stirling Foundation), li rêkefta 07\04\2025 li navenda pîşeyî ya Newroz li Akrê, dawiyê bi xuleke dirûtina ciluberg ya jinan anî. Li wê xulê de 13 jin beşdar bûn û li dawiya xulê de jî diyarî pêşkêşî wan beşdaran kirin.
Her wiha bi hemahengiya Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê, li rêkefta 10\04\2025 li bajaroka Bicîl ya li tixûbê Akrê, dawî bi xuleke karê destî (Dirust kirina mûm û sabûn)ê anî. Li wê xulê de 24 jin beşdar bûn û li dawiya xulê de jî beşdarbûyan bawernameyan wergirtin û hemû hatin xelat kirin. Serketiyê yekem jî paketeke ji tevahiya keresteyên pêwîst yên karê destî wergirt.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest