Dezgeheke Amerîkî bi hemahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sîstema ûzeya rojê ji bo hejmarek xwendingehan dabîn dike

Dezgeha Xêrxwaziya Stêrlîngê Amerîkî bi hemahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, sîstema ûze û enerjiya rojê ji bo hejmarek xwendingehên li Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Îro yekşem rêkefta 13/04/2025 şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Stêrlîngê Amerîkî bi Serokayetiya xanima Brîtnî Stêrlîng Berpirsa Dezgeha Stêrlîng li Rojhilata Navîn, serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê Musa Ehmed Serokê Dezgehê ve hate pêşwazî kirin.
Dezgeha Stêrlîng yek ji wan dezgehên miroviyane ku kar û projeyên wê li Herêma Kurdistanê bi hemahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve têne bi cîh kirin. Sala derbasbûyî jî wekî destpêk, sîstema ûzeya rojê li 10 xwendingehên bajarê Hewlêrê damezrand, wekî çavkaniyeke nû ûzeya kehreba, biryare jî li wê projeyê de berdewam bin.
Li hevdîtinê de ku her yek ji Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr Ebdulla Mela Weysî Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê amade bûn, tekez li ser karên pêkveyî û berdewamiya hemahengî û peywendiyên di navbera Dezgeha Stêrlîng û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest