Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya şanda Navenda Awat kir

Birêz Dr. Ehmed Samî Birêveberê “Navenda Awat ya çareseriya bi Tîşk” û şanda pê re li rêkefta 08\04\2025 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Birêveberê “Navenda Awat ya çareseriya bi tîşk” li vê hevdîtinê de spasî hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di demên sê salên derbasbûyî kir ji bo navenda wan ku çareseriya nexweşiya şêrpence bi tîşk dikin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewlên karmendên Navenda Awat bilind nirxand û tekez li wê yekê jî kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dabîn kirina hevkariyên kargêriya navendê de berdewam dibe.
Piştîvanî kirina projeya “Navenda Awat ya çareseriya bi tîşk” û dabîn kirina hevkariyên kargêriyê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya navendê, yarmetiya berdewambûna navenda Onkolojiya tîşkê Awat dide. Her wiha ji bilî karmendan û kedkarên navendê sûdeke zêde ji bo wan nexweşan heye ku çareseriyê werdigrin. Bi taybetî li warê baştir kirina xizmetguzariyên çavdêriya tendirustiyê.
Piştgîrî 01\01\2000 destpêkiriye û heta 31ê kanûna duyema 2025 berdewam dibe.
Bi dabîn kirina çavkaniyên pêwîst, proje yarmetiya birêveberiya navendan dide ji bo parastina jîngeheke aram û çalak ya çavdêriya tendirustiyê. Rê bi tîmên pizîşkî dide ku bala wan li ser çavdêriya nexweşan bê, bibê wê yekê kêşeya neştergeriyê hebe. Nexweşan baştir dest bi çareser kirinê dike, di demek da karmend jî li cîheke baştir da kar dikin. Ev piştgîrî berdewame şiyana navendê ji bo xizmet kirina nexweşên şêrpence bi awayeke bi bandor baştir dike.
“Navenda Awat ya çareseriya bi tîşk”, take navenda çareseriya bi tîşke ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku salane hejmareke zêdeyê tûşbûyên şêrpence sûdê ji xizmetguzariyên wê werdigrin. Heta niha jî 1.408 nexweş çareseriyê wergirtine.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest