Xwazyarên çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşniyaz û nêrînên xwe dixin rû

Bi amadebûna Serok Barzanî, 17. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan, li Hewlêra paytext hate vekirin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi komek pertûkên bêhempa beşdariyê têda kir. Xwazyarên çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê pêşangehê de pêşniyaz û nêrînên xwe yên taybet heye.
Li pêşangehê (K19) wekî cihê nasandin û firoştina pertûk û çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye destnîşan kirin. Li nîşandana kareke meydanî li wê cihê ji bo sosyal medya ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li hemû çînan serdana wê dikin, nêrîna çend welatiyek me wergirt.
“Di destpêkê destxweşiyê li wan dikim di derbarê vekirina van cûre pêşangehên bi sûd ji bo hemû çînên civakê, bi taybetî çîna ciwanan. Ez hemû salek serdana pêşangeha navdewletiya pertûkan dikim, hêvîdarim hemû ciwanek serdana vê cihê bikin ji bo zêdetir naskirina hemû warên jiyanê li berê û niha de”. Ewe gotinên Ara Emîn bûn.
Ew ciwaneke temen 17 sale, pola 11 ê zanistiye û nîştecihê Hewlêre, di derbarê berhemên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê pêşangehê de dibêje: “Bîranînên Serok Barzanî gelek cûdane, dîrokeke ji xebat û dilsozî û niştimanperwerî û qurbanîdanê. Ji bo wê yekê hemû kesek pêwîste wan bîranînan bixwîne”.
Aram Ebdulrehman Resûl, fermanbere û yek ji wan hezaran welatiyane ku serdana cihê nasandin û firoştina pertûk û çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li pêşangehê kiriye û dibêje: “Navnîşana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê cihê, bala min kişand, dizanim ev dezgeh her çalakiyek bike, tenê firoştina pertûkan jî sûda wê ji bo karê xêrxwaziye”. Her wiha got: ”Pertûkên cenabê Serok Barzanî dîrokeke gelek girîng û pir li rastgoyîne, bi taybetî ku bab û bapîrê min jî li wê şoreşê beşdarbûn û em bi xwe jî zerermendê wê siyaseta Be’es û Kurdkujan bûyîn. Ji bo wê yekê ku dixwînim, zêdetir tevlî ruhê wê xebat û qurbanîdane dibim”.
Tekez li wê yekê jî dike ku “Şiyana fermanberan ji bo kirîna pertûkan zêde nîne, eger kêmkirineke zêdetir ji bo wan bê kirin, kareke başe”, pêşniyar jî dike “Ewê şiyana wî heye, dikare wê derfetê ji bo bexşîn û xêrxwaziyê pertûkan bikire, eger şiyana wî hebê li nirxê wê zêdetir jî bide, ji ber ku qazanca firoştina pertûkan û berheman vedigerê nav proje û karên xêrxwaziyan”.
Niyan Ehmed Endamê Desteya Bilinda Wezareta Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li 17. pêşangeha navdewletiya pertûkan li Hewlêrê, balê dikşîne li ser wê yekê ku “Dezgeha Meda” bi hemahengiya Wezareta Rewşenbîriya Hikumeta Herêma Kurdistanê 17. pêşangehê li Hewlêrê ya pertûkan rêkxistiye ku ev çalakî li sala 2006 ve destpêkiriye û heta niha berdewame. Ji bo vê carê jî 350 çapxane ji 22 welatan beşdariyê kirine.
Ew endamê Desteya Bilinda li pêşangehê li berdewamiya axaftina xwe de di derbarê çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li her warek da çalakiyê bike, dezgeheke qazanc nexweste û bi tenê eger karê bazirganiyê jî bike, tenê xelkê niyazmend û lêqewimî jê sûdmend dibin. Ev dezgeh ji bo xizmet kirina mirovayetî û karên mirovî sînûrên xwe derbas kirine û li navçeyê û çendîn welatên cîhanê karên ber bi çav li kertên cûda de encam daye, bi taybetî ji bo xizmet kirina koçber û penaberan. Bêserpereştan û xelkê hejar li navxwe û derveyê Kurdistanê karên gelek baş kiriye”. Her wiha got: “Kitêbên Serok Barzanî û çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tîşk dixine li ser dîroka Kurd û ronahiyeke ber bi çav bi xwendevanan dibexşin”.
Di derbarê diruşma pêşangehê jî (Cîhan bi Kurdî dipeyve), behsa ewe kir ku “Kurdistan li asta navdewletî da bi taybetî li warê aştevayî û pêkvejiyanê de nav û dengeke baş heye û ji niha de google û gelek çavkaniyên dinê cîhanî gelek girîngiyê bi zimanê Kurdî didin”.
Bi amadebûna Serok Barzanî, li 17. pêşangeha navdewletiya pertûkan, li rêkefta 09\04\2025 li pêşangeha navdewletî ya parka (Samî Ebdulrehman) li Hewlêra paytext hate vekirin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi komek pertûkên bêhempa têda beşdariyê kir, ev pêşangeha ku hejmareke ber bi çavê dezgehên çap û belavkirinên Kurdî û biyanî têda beşdar dibin, heta rêkefta 19\04\2025 li demjimêr 10 ê sipêdê heta 8 ê şevê berdewam dibe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest