Roja dûşema rêkefta 14\04\2025 Hêmin Lihonî Birêveberê Nivîsîngeha Destpêşxerî û Peywendiyên Stratejiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate pêşwazî kirin.
Li hevdîtinê de, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi kurtî behsa kar û çalakiyên di dema derbasbûyî de kir ku pêşkêşî welatiyan û xelkê pêdivî, li hejar û kêmderamet û koçber û penaberên li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û cîhanê hatine kirin.
Ji aliyê xwe ve Hêmin Lihonî Birêveberê Nivîsîngeha Destpêşxerî û Peywendiyên Stratejiyan, karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek girîng û mezin wesif kir û ragihand, ewê dezgehê kiriye, dikare wekî ezmûneke serkeftiya Herêma Kurdistanê bê zanîn, bi pêwîst jî zanî kareke wiha bê kirin, ew ezmûne veguheze û li ser asta rêxistin û sazî û damezraweyên cîhanî jî çav lê bikin.








