Musa Ehmed: Nabê aliyên mirovî tevlî hîç babetekî siyasî û neteweyî bêne kirin

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li paneleke taybet da ku li Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê ya Pertûkan birêveçû. Behsa proje û kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku aliyên mirovî têvlî hîç babeteke siyasî, neteweyî neyê kirin, pêşangeha pertûkan jî bi cîheke pîroz bi nav kir.
Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan, li Hewlêra paytext hate vekirin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi komek pertûkên bêhempa ve têda beşdariyê kir. Li roja dawî ya pêşangehê jî li rêkefta 19.04.2025 bi beşdariya Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, paneleke taybet li jêr navnîşana “Asoya karê xêrxwaziyê li Herêma Kurdistan û Iraq û herêmê” birêveçû. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li destpêka gotara xwe de spasiya rêkxerên panêlê (Wezareta Rewşenbîrî û Fexrî Kerîm û Birêveberiya Weşanxaneya Meda) kir. Paşê tekez li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Nûnerayetiya dosyeya mirovî li Herêma Kurdistanê de dike û ewe jî bi “derxerê wê hizra xweşik ya Barzaniyê Nemir bi taybetî ya ji bo pêkvejiyanê û alîkariya mirovî û jîngedostî” bi nav kir. Heman demê de got: “Me hewleke zêde daye, hemahengiyeke baş li navbera çîn û tiwêjên civakê û xêrxwazên Kurdistan û welatên alîkarîbexş de ava bikin, bi taybetî ji bo wan kesên ku pêwîstiya wan bi xizmetkirina mirovî heye”.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li berdewamiya axaftina xwe de û li bersîva pirsiyarên pêşkêşkarê panelê Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de, got: “Nabê aliyên mirovî li Kurdistanê bi hîç awayekê tevlî hîç babeteke siyasî, neteweyî bêne kirin”. Tekez jî li wê yekê kir ku “Li kûltûra civaka me da herdem karên xêrxwaziyê babeteke girîng bûye û zêdetirê gerokên ku serdana Kurdistanê kirine, herdem behsa wê kûltûr û bexşendeyî ya Kurdistaniyan kirine”. Her wiha got: Em hatine ligel xêrxwazan wê kûltûra mirovî amade bikîn û eve jî kareke gelek girane, ji ber ku berî hemû tiştekê pêwîstî bi baweriyê heye”. Behsa ewe jî kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wê baweriyê li navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê de bi dest ve aniye û li Herêma Kurdistan û Iraq û li welatên Brîtanya û Wîlayetên Yekgirtiya Amerîkayê muhleta kar kirinê wergirtiye û hewlên ji bo wergirtina muhleta kar kirinê li Sûriye û Tirkiye û Almanya li qonaxên dawî dane.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Herêma Kurdistanê 28 wargehên koçber û penaberan birêve dibe. Ewe jî xisterû ku beşeke zêdeyê rêxistinên mirovî li ser asta Kurdistan û Iraq û herêmê jî hevkariyên wan ragirtine. Bi taybetî piştî biryara dawî ya Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka (Donald Trump) beşeke zêdeyê rêxistinan projeyên xwe bi yek carî rawestandine.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li mijareke dinê axaftina xwe de behsa hatina nêzîkî du milyon koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir. Bi spasiyeke zêde ve balkişand li ser hevkariyên bexşerên Kurdistanê û alîkarbexşên rêxistinên navdewletî yên mirovî û heman demê de rola tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warê xizmetguzariyên mirovî de bilind nirxand û mînaka ewe anî ku li meha 8 ku germtirîn meha salê ye li Herêma Kurdistanê, li nêzîkî 45 rojan de 9.900.000 danên xwarina germ û bi kalîteyeke bilind ji bo koçberan hatiye dabîn kirin, bêyî wê yekê yek kes tûşî peta û nexweşiyek bibe.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku girîngiyeke tevahî bi rahênan û xwepêgihandina karmendên dezgehê didin û berdewam têne han dan ku ji pêşketinan de paş nekevin. Xwendina pertûkan jî bi rêkareke serekî ya serkeftinan da zanîn. Pêşangeha pertûkan jî bi ciheke pîroz bi nav kir û behsa ewe jî kir ku karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatine han dan, serdana vê pêşangehê bikin û got jî: “Heta niha jî ji bo xwe pêgihandinê tiştek cihê pertûkan negirtiye.”

Nermîn Melazade Berpirsê Tayê Hurgilî û Zanyariyan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her li vê panêlê da zanyariyên kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li 19 salên derbasbûyî xisterû. Balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2005 bi 15 karmendan dest bi kar û çalakiyan kiriye û hejmara karmendên wê ji niha de 1.004 karmendin (301 karmend ji regezên mê û 703 ji regezên nêr). Wekî behs kir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li 10 kertên cûr bi cûr de û 19 salan da li 13 welatên cûda de xizmetguzariyên mirovî pêşkêş kirine.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest