Hunermendê navdarê Kurd Ciwan Haco: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgeheke mezine ji bo xizmetkirina mirov û mirovayetiyê

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja dûşema rêkefta 21.04.2025 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêr, pêşwaziya hunermendê navdarê Kurd Ciwan Haco kir.
Li vê hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema 19 salên derbasbûyî, paşê ligel hunermendê navdar, serdana çend beşên dezgehê kir, ji bo ku mîhvanê birêz ji nêzîk ve cûreya hevkariyên dezgehê yên li kertên cûda de ji bo xelkê hejar û lêqewimiyan, niyazmendan û xwediyê pêdiviyên taybet bibîne. Paşê vîdeoya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema 19 salên derbasbûyî hate nîşandan.
Hunermendê mezin Ciwan Haco, li daxuyaniyeke taybet da ji bo medya ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê vê serdanê de got: “Îro li ciheke taybet û pîrozim ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî” ya Nemir e. Îro min gelek tişt dîtin ku gelek girîngin ji bo xizmetkirina bi mirov û mirovayetiyê û ewe jî min gelek dilxweş kir.
Hunermendê Navdar Ciwan Haco tekez li wê yekê kir ku berê ew bi awayeke berfireh agahdarî di derbarê kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nebûye. Her wiha got: “Hêvîdarim hemû aliyek hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikin, ji ber ku dezgeheke mezine ji bo xizmetkirina mirov û mirovayetiyê û hêvîdarim ev dezgeh mezintir û berfirehtir bibê” Hebûna vê dezgehê jî li mîlletê Kurd û xelkê hemû cîhanê pîroz dikim”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest