Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina Human Bridge ya Swêdî, du barhilgirên mezinê pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî bi nexweşxaneya Rojava li Hewlêrê kir ji amêr û kelupelên jûra neştergerî û çendîn pêdiviyên giranbihayên pizîşkî pêkhatibû.
Bi amadebûna Îsmaîl Ebdulezîz Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Cristopher Stalgrîn Nûnerê rêxistina Human Bridge ya Swêdî û Dr. Dilovan Mihemed Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê û Birêveberê Nexweşxaneya Rojava li Hewlêr û hejmarek ji kanalên ragihandinê, li rêkefta 24.04.2025 du barhilgirên mezin pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî nexweşxaneya Rojava li Hewlêrê kirin.
Li civîneke rojnamevaniyê de ku heman demê de ligel gihandina pêwîstiyên pizîşkî ya nexweşan birêve çû, di destpêkê de Dr Dilovan Mihemed Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê balkişand li ser wê yekê ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her wekî nerît û karê xwe piştgîriyeke zêde kerta tendirustiyê kirine” mînak jî bi piştgîriya navend û nexweşxaneyan û vekirina xulên rahênanê û dabînkirina pêdiviyên wan ji bo nexweşxaneyan anî û ewe jî xiste rû ku “Cûreya hevkariyê û dabînkirina pêdiviyên nexweşxaneya Rojava li ser xwest û daxwaza Birêveberiya Nexweşxaneyê bûye ku amêr û kelupelên jûra neştergerî û çendîn pêdiviyên giranbiha li xwe girtiye”.
Cristopher Stalgrîn Nûnerê Rêxistina Human Bridge ya Swêdî gotareke kurt pêşkêş kir û got: “Wekî nûnerê Swêd û rêxistina Human Bridge, cihê şanaziye ji bo min û gelek xweşhalim ku li Hewlêrê me li Kurdistanê. Herwiha spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim, ji bo vê karê me yê hevbeş ku li sala 2011 ve heta niha em pêkve kar dikîn û li vê demê de zêdetirê 35 barhilgir hevkariyê me ji bo Herêma Kurdistanê şandiye”.
Îsmaîl Ebdulezîz Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li daxuyaniyek de ji bo kanalên ragihandinê di destpêkê de behsa ewe kir, “Yek ji kertên herî girîng, kerta tendirustiye û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi ciddî palpiştiya kerta tendirustiyê kiriye û bi bê cûdahî li hemû Herêma Kurdistanê hewla dabîn kirina wan pêdiviyan daye ku nexweşxaneyan û navendên tendirustiyê pêwîstiya wan pê hebûye. Di derbarê heman pirsê de pêdagiriya li ser wê yekê kir “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam ligel rêxistinên navdewletî û mirovî li ser hêl bûye, ji bo wê yekê ku hevkariyên wan binîn Herêma Kurdistanê”. Di derbarê wan hevkariyan jî ji bo nexweşxaneya Rojava got: “Cûreya hevkariyê û dabîn kirina pêdiviyên nexweşxaneya Rojava li ser xwest û daxwaza Birêveberiya Nexweşxaneyê bûye û bi xweşhaliyê ve bi hemahengî ligel rêxistina Human Bridge ya Swêdî ji bo wan hatiye dabîn kirin”.
Wekî behs jî kir: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2011 an de yadaştnameyeke hevtêgihiştinê ligel rêxistina Human Bridge ya Swêdî wajo kiriye û ji wê demê ve heta niha nêzîkî 40 barhilgir hevkariyê ji bo Herêma Kurdistanê anîne û bi bê cûdahî li ser hemû nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê de hatine dabeş kirin”. Herwiha got: “Barzaniyê Nemir kerem kiriye: (Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê), ji bo wê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser wê prensîpê berdewam dibê û li hemû kertan de xizmeta welatiyan dike”.




