Şanda Dezgeha Caritas ya Almanî ku ji Hendrîk Grut û Ludgir Mûlêrs pêkhatibûn, li rêkefta 28.04.2025 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Hewlêrê kirin û ji aliyê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de behsa projeyên hevbeş yên di dema derbasbûyî de ya ji bo xizmetkirina koçber û penaberan û xelkê xwecihî kirin û balkişandin li ser karê pêkveyî û encamdana projeyên hevbeş yên paşerojê de, bo ku li gihandina alîkariyan bi niyazmendan de berdewam bin.
Şanda mîhvan piştî wê yekê ku kar û çalakiyên hevbeş ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha Caritas ya Almanî bilind nirxandin û hêviya berdewamiyê ji bo wan xwestin û mertala rêzlênanê pêşkêşî bi Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.





