Li çarçêweya karê hevbeş ya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina (Gundê Aştî – Peace Village) ya Almanî, bi çendîn qonaxên xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêş kirin.
Di dema derbasbûyî de komek zarokên xwediyê rewşa tendirustiya aloz, li welatê Almanya pişkinînê ji bo wan kirin û çareseriyên pêwîst wergirtin.
Li qonaxeke nû da ku li rêkefta 27.04.2025 destpêkiriye, li bajarên Hewlêr û Dihok ew zarok têne destnîşan kirin ku pêwîstiya wan bi çareseriya pizîşkî heye û dikarin li nav Herêma Kurdistanê de çareser bikin.
Li encama vê proseyê da karîne komek zarokan bibînin û li gor rewşa wan bêne polên kirin da ku di demeke nêzîk da çareseriyên pizîşkî werbigrin.




