Musa Ehmed: Ew sozê me dabû, me cîh kir û em ligel we bûyîn û em dê ligel we bimînin
Bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yê Kurdistanê û Sînemxan Bedirxan û hejmarek ji Konsulên welatan li Hewlêrê û çendîn kesayetiyên hikûmî û sermayedar û alîkarê bexşeran û çalakvanên medenî û medyakaran, roja çarşema rêkefta 30.04.2025 li Hewlêra paytext û li Hola Pêşewa, konferanseke taybetî di derbarê wan hevkariyên pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, birêveçû.
Di destpêka konferansê bi xulekek rawestana ji bo giyanê pakê şehîdan destpêkir û paşê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bixêrhatina amadebûyan, balkişand li ser wê yekê ku di dema karesata erdhejên li Tirkiye û Sûriye û li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, Serok Barzanî em agahdar kirin ku “Çawa xizmeta xelkê Hewlêr û Silêmanî û Dihok û Herêma Kurdistanê dikin, wiha jî xizmeta lêqewimiyên wan karesatan bikin”.
Xûya ye tixûbê xizmetguzariyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gelek berfirehin û ji bilî li navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê, tixûbê dehan welatên din derbas kiriye û li pêşketin û berbelavbûnê da ye.
Lê belê ev konfrans tenê ji bo wan hevkariyan hatibû terxan kirin ku pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî tixûbê Efrînê hatine kirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, balkişand li ser şîretên Serok Barzanî ya di wê dema hestiyar û pir karesat da, ji bo gihandina alîkariyên miroviyên li hemû kertan de û got: “Cihê şanaziye ew soza ku me dabû, me bi cîh kir û ligel we bûyîn û ligel we dimînîn”. Tekez jî li wê yekê kir ku li wê rewşê de, yekem rêxistin û dezgeha mirovî li asta navçeyê û cîhanê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû ku gihîşte Tirkiye û Sûriye û paşê jî li sala 2019 zêdetirê 123 barhilgir hevkariyên xorekî û nexorekî gihande Rojavayê Kurdistanê.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, balkişand li ser wê yekê ku di dema hatina pela penaber û penaxwaz û koçberan, bi taybetî xelkê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo Herêma Kurdistanê, cenabê Serok Barzanî kerem kir: “Ev ax, axa wane û mîhvanê minin û ewê ji bo Hewlêr û Silêmanî û Dihok û Helebçe û Germiyan û hwd dikin, ji bo wan zêdetir bikin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li beşeke dinê axaftina xwe da, balkişand li ser wê yekê ku “Li sala 2011 hejmara xelkê resenê Efrîn 550.000 kes bûn, ku piştî rûdana ceng û êrîşa çekdaran heta sala 2022 tenê 150.000 kes li warên xwe mabûn, lê belê ji ber piştevaniyên mirovî, heta niha zêdetirê 400.000 kesên koçber û penaber ji bo warên xwe vegeriyane”, ewe jî bi “cihê şanaziya alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û palpiştên wê” da zanîn.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi navê cenabê Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û endamên desteyê, spasiya yek bi yekê wan kesan kir ku bi her hengaveke me’newî û maddî, palpiştê xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo lêqewimiyan bûn.
Piştî axaftina Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, girteyeke têr û tije vîdeoya wan hevkariyên ku pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, hate pêşandan.
Paşê du hunermendên amêrjenên muzikê, çend perçe mûzîkê resenê Kurdewarî pêşkêş kirin.
Paşê Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û berpirsê dosye ya Sûriye, li datashoyeke kar li ser kirî û pir bi hûrgilî û zanyarî de, balkişand li ser wê yekê ku bi giştî çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrîn û dewrubera wê 38.859 malbat (222.296 kes) sûdmend bûne û 2.905 kes jî hela karkirinê ji bo wan rexsaye.
Berpirsê Dosye ya Sûriye ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ewe jî xisterû ku piştî vekirina projeya Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî û Pêşxistinê, li wê navendê girîngiyeke zêde bi vekirina xulên ji bo xwendekar û zarok û jinan hatiye dayîn, tekez jî li wê yekê kir ku li Efrîn û dewrubera wê serdana 366 gundan hatiye kirin. Lê belê “mamostayê zimanê Kurdî li sê çar kesan derbas nebûne” Ji bo wê yekê li wê navendê de girîngiyeke zêde bi rahênan û fêrkariya zimanê Kurdî hatiye dayîn. Ji bilî wê yekê ku bi bê cûdahî hewl hatiye dayîn, beşdarbûyên xulan bibin xwedî kar û dahata wan bi xwe hebê, ewe jî behs kir, piştî erdheja şubata 2023 û vekirina Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, li rêya vê nivîsîngehê ve berdewam hevkariyên cûr bi cûr bi nîştecihên wê navçeyê hatine kirin.
Rewac Hacî ewe jî behs kir, “Di destpêka helmeta hawarçûna tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li Tirkiye û Sûriye, ji bilî li dabînkirina xorekê, ciluberg, germker û kon ji bo lêqewimiyên erdhejê, karmendên pîsporên pizîşkî û derman jî ji bo çareseriya birîndaran hatine dabîn kirin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekemîn rêxistina cîhanî bûye ku hevkariyê bi bajarê Efrînê gihandiye.
Wekî behs kir, ji bilî hawarçûnê û xizmetguzariyê ji bo ziyanberketiyên erdhejê û pêşkêş kirina xorek û danên xwarina germ, zêdetirê hezar konan li ser wan malbatan de dabeş kirine ku xaniyên wan rûxa bûn û bê war mabûn. Heta niha jî xizmetguzarî berdewamin û girîngiyeke zêde bi xulên pîşeyî û perwerdeyî û xizmetkirina xwediyê pêdiviyên taybet û zarokên azîz (sêwî) dane û li 9 kertan de çalakiyên xizmetguzariyê hebûne.
Berpirsê Dosye ya Sûriye ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, behsa ewe jî kir ku (Nexweşxaneya Gerok) bi 15 pizîşk û 6 ambulansan ve xizmetguzariyên pişkinîn û çareseriyê li Efrîn û 366 gundên wê pêşkêş kirine. Îsal jî ew proje destpêkiriye. Ewe ji bilî wê yekê ku tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî helmeta paqijkirina nav bajarê Efrînê encam dane û sedan şitlên dar û nemaman çandine.
Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî û Pêşxistinê li Efrîn, girîngiyeke zêde bi vekirina pêşangeha wênekêşan û karên destî ji bo hunermendên Efrîn û govend û helperkêya folklorî û dabeşkirina bawername li ser derçûyên xulên pîşeyî û yekemên bekaloriya daye û alîkariya nextîne li ser wan da dabeş kirine. Her wiha hevkariyên lojistîkî ji bo şaredariyên Efrînê hatine dabîn kirin.
Li beşa dawî ya konferansê de, grûpa hunerî folklorî ya Kobanê, bi govendên xwe yên resen û pir bi peyama pêkvejiyan û aştiyê pêşkêş kirin û amadebûyên konferansê jî bi çepikên xwe xweşhaliya xwe anîn ziman.













