Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 12. xula wargeha pêşxistina mirovî ya karmendên xwe vekir

Bi mebesta pêşxistina şiyanên kar û ber bi pêşveçûna li warên pîşeyî û behreyan de, salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wargeheke taybet bi warê pêşxistina mirovî vedike û dehan kes têda beşdarî dikin. 12. xula wargeha pêşxistina mirovî ji bo hejmarek ji karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêveçû.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, salane çendîn wargehên pêşxistina mirovî vedike. Her li vê çarçêweyê da li roja şemiya rêkefta 03/05/2025 12. wargeha pêşxistina mirovî li gundê Avdelan ya li devera Barzan de vekir. Li yekem roja vekirina wargehê, xula hawarçûna seretayî bi bîrdarî û kirdarî hate encam dan.
Mebest ji vekirina van wargehan pêşxistin û bihêzkirina asta beşdarbûyên wargehê ya li hemû waran e, bi taybetî li warê rûbirûbûna qeyranan, kargêrî û karkirina bi şêwazê tîm û grûp û semînerên cûr bi cûr yên taybet bi pêşxistina mirovî têne pêşkêş kirin.
Ebdulwahîd Emîn Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Birêveberê Diwazdehemîn Wargeha Pêşxistina Mirovî, ragihand, li wê wargehê de 61 karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariyê têda kirine ku ji şar û navçeyên cûdayên Kurdistanê hatine bo ku li vê wargehê de beşdar bibin.
Wekî Birêveberê wargehê behs kir, wargeh ji bo şeş rojan berdewam bûye. Di derbarê mebest û armanca vekirina wargehê jî got: “Du mebestên serekî li pişt da heye, ya yekem: Nasandina karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi felsefe û rêbaza Barzaniyê Nemire, wekî pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin û jîngehparêzî û mirovdostî. Her ji bo wê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cihê wargehê li devera Barzan hilbijartiye, da ku beşdarbûyên wargehê bikarin çendîn geştên meydanî ji bo cihên cûdayên wekî Mezara Nemiran û Bîranîngeha Niştimaniya Barzanî, Monumenta Enfalan, Gundê Bêdal û Şikefta Şaneder û çend cihên dîrokî da bikin, bo ku bi belge ve bibînin, xelkê wê navçeyê bi awayeke kirdarî, pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê hilbijartiye û rêz li hevdû digrin û mirovdostin û jîngehê diparêzin. Armanca duyem ya 12. wargeha pêşxistina mirovî, pêkhatiye ji wê yekê ku karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li bajar û navçeyên cûda dijîn, zêdetir hevdû binasin û bibê cîheke ji bo guhertina bîr û ramanan û hevdû qebûl kirina û kar kirina bi hevdû re, ji ber ku li nav karmendan de Misilman û Êzdî û Krîstiyan heye”.
Ew e jî xiste rû ku di dema van şeş rojan da çendîn waneyên cûda û çalakiyên cûr bi cûr encam hatine dan ku hemû peywendî bi pêşvebirina karmendan û pêşxistina bi rewşenbîriya wan ve heye û sûdeke ber bi çav heye û şiyana wan zêdetir dike û bawerî bi xwebûna wan zêdetir dibe.
Her li rojên birêvebirina wargehê li rêkefta 04/05/2025 Dr Rênas Cano, semînereke li jêr navnîşana “Felsefeya karê mirovî” de pêşkêş kir. Li vê semînerê da balkişand li ser destpêka karên mirovî yên li dîroka mirovayetiyê û peywendiya di navbera dadperwerî û karên xêrxwaziyê de û tekez li wê yekê jî kir ku felsefeya karê xêrxwaziyê ji ferahemkirina dadperweriya li nav civakê de pêkhatiye. Li dawiyê de şîrovekirineke felsefî ya hûr ji bo çemk û peyvên (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) kir û got: “Her mirovek pêwîste bi şanaziyê ve li bin wê navê da kar bike, ji ber ku ew hemû çemk (Xwedaperestî, niştimanperwerî û mirovdostî) li xwe digre”.
Her li heman rojê de Dr Fazil Caf semînereke bi navnîşana “zimanê ceste li karkirinê de” pêşkêş kir. Li vê semînerê da balkişande li ser ceste û bandorên wê yên li ser encamdana kar û pîşeyên cûda wekî fêrkirin û çareserkirin û karên xêrxwaziyê. Her wiha eşkere kir ku têgihiştina yekem li kesayetiya mirov peywiste bi ceste ve, bi cûreyek nabê dijayetiya li navbera şêwazên ceste û axaftinê de hebê.
Li berdewamiya workshop û semîneran da, li rêkefta 05/05/2025 Dr Rewşt Reşîd
workshopeke zanistî di derbarê sedemên dirustbûna dilgiranî û xemokî û rêkarên çareseriyê de pêşkêş kir.
Her li heman rojê da, Dr Ebdulselam Medenî, semînereke bi navnîşana “Ciwanê serkirde” de pêşkêş kir û balkişande li ser wan rêkarên ku veberhênanê li ciwanan de dikin û ciwanên serkirde û berpirsiyar dirust dikin.
Her wiha li roja çarem li rêkefta 06/05/2025 Dr Ebdulhekîm Xesrew semînereke bi navnîşana “guhertina keşuhewa û bandorên wê yên li ser karên rêxistinan” de pêşkêş kir.
Beşdarbûyên wargehê li rêkefta 07/05/2025 serdana mezara nemiran û monomenta enfal û jenosayd kiriyên Barzan de kirin. Li vê serdanê da çendîn babetên zanistî û dîrokî û kûltûrî xistin ber behs û guftûgoyan. Her li heman rojê da serdana mizgefta Barzan kirin û Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, babeteke dîrokî li ser navçeya Barzan û terîqeta neqşebendî û peyva Barzan de pêşkêş kir. Her wiha behsa dîroka Barzan û peyva Barzan kir ku vedigerê ser zêdetirê hezar sal berî niha.
Her li çarçêweya van geştan da li rêkefta 05/05/2025 serdana şikefta Şanederê kirin û li vê geştê da behsa dîroka şikefta Şanederê kirin û ew lêgerînên têda hatine encam dan ji bo gihîştina wan şûnewarên ku têda hatine dîtin kirin.
Li rêkefta 06/05/2025 serdana gundê (Bêdyal) ya li devera Barzan kirin ku gundeke Barzanî yên Krîstiyanane û Dêra herî kevin zêdetirê 2000 sal heye. Niştecihên wê jî wekî Barzanî ber bi pêla enfalê ketine û cangoriyan dane. Ev gund û dêra wê bi şûnewareke dîrokî tê zanîn ku belgeyeke zîndî ye ji bo pêkve jiyan û hevdû qebûl kirinê. Hena Mîxaîl Muxtarê gund got: Eger‌ heta niha jî me dêreke taybet bi xwe hebê û gundê me ava bê, li sayeya ew e bûye ku Şêxên Barzan û heta niha jî cenabê Serok Barzanî me parastiye.
Li rêkefta 08/05/2025 Dr. Vala Ferîd semînereke taybet di derbarê “tawana jenosayd û encamên wê yên yasayî” de pêşkêş kir. Li vê semînerê da balkişand li ser pênasekirina jenosayd û nebûna sizayên tawana komkujiyê li yasaya Iraqê da. Tekez jî kir ku pêwîste kesên ziyanberketiyên enfal û kîmyabaranê û wan komkujiyên ku Êzdî jî tûşî bûn, bêne qerebû kirin.
Li rêwresma dawî ya wargehê de jî Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gelek babetiyane balkişande li ser felsefe û hizr û baweriya Barzan û dîroka pir qurbaniya Kurd û taybetmendiyên Barzaniyê Nemir û ew şoreşên ku bi navê qebûl nekirina sîtemkariyê û asîmîlekirin û jêbirina navê Kurdistanê û rêberiya Kurdistaniyan kirine û hemû temenê xwe ji bo wê gorî kiriye.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê jî kir ku “Baweriya Barzan”, tejiye li bawerbûna bi xizmetkirin û pêkve jiyan û niştiman hezkirinê û dûre ji xwe xwestiyê û tekez jî li wê yekê kir ku “Barzaniyê Nemir, li her cîhek bûbê, bawerbûna bi xizmetkirin û destê hevdû girtin û alîkariya lêqewimiyan li lûtkeyê da bûye”.
Ew e jî dûpat kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, dezgeheke navdewletiye û bi bêyî wê yekê lasayî yê hîç rêxistineke navdewletî bike, bi pêdagiriya bi bawerî û eqîdeya Barzan û sermeşq wergirtina li akar û rew‌şt û rêbaza Barzaniyê Nemir û li bin şîret û rêkarên cenabê Serok Barzanî ku mîratwergirê rêbaza Barzaniyê Nemire, xizmeta niyazmendan kiriye. Her wiha got: “Şanaziyeke mezina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xizmetkirina lêqewimiyan bûye.
Li dawî ya axaftinên xwe de, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar û çalakiyên birêveberan û beşdarbûyên wargehê bilind nirxand û dilxweşiya xwe jî di derbarê girîngîdana bi pêgeha jinan û bilindbûna wê rêjeya beşdariyan li karên hikûmî û nehikûmî yên li Herêma Kurdistanê derbirî. Bilindbûna hejmara beşdarbûyên jinan jî li warê alîkariya mirovî bi taybetî li wargeha pêşxistina mirovî de, bi hengaveke erênî li warê desteberiya mafên jinan û pêşxistina mirovî de da zanîn.
Beşa dawî ya wargehê, ji dabeşkirina bawernameyan li ser beşdarbûyên wargehê pêkhatibû.
Li sala 2018 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekemîn wargeha pêşxistina mirovî vekir û çendîn karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî têda beşdariyê kirine. Vekirina van cûre wargehan heta niha berdewame û bi çendîn pêverên cîhanî ve têne birêvebirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest